YPS'ê li Bodrûmê kargehek şewitand

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Rênas Andok ên YPS'ê li Bodrûmê kargehek şewitandin.

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Rênas Andok ên YPS'ê ragihandin ku wan kargeheke mêtingeran şewitandine.

Di daxuyaniyê de ya li ser navê Tîmên Bersivdanê hate gotin, 29'ê Tebaxê li navenda herî mezin a Tirkiyê Bodrûmê, li Kolana Kaleyê ya taxa Çarşiyê çalakiyek kirine û ''Bi encama şewatê mezaxeya çenteyan a li navenda tûrîzma faşîstan hatiye şewitandin.''

Tîmên bersivdanê bal kişandin ser bêdengiya medyaya şerê taybet a li bara hilweşandina cihên dîrokî yên Kurdistanê û daristanên Kurdistanê û bi bîr xist dema ku maxazeyek dişewite weke nûçeya lezgîn didin û diyar kir ji ber vê ew ê her roj çalakiyên xwe yên cezakirinê bidomînin.