YPS'ê li Îzmîrê li dijî qada hilberîna elektrîkê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mordem Andok a YPS'ê li Îzmîrê li dijî qada hilberîna elektrîkê çalakiyeke sabotajê kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mordem Andok a YPS'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya sabotajê ji bo bîranîna Mazlûm Jiyanda hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Endamên yekîneya me roja 3'ê Tîrmehê saet 17:00 li navçeya Çeşme ya Îzmîrê li dijî qadeke hilberîn û depokirina elektrîka ji ba tê hilberandin, çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de qada hilberandin û depokirina elektrîkê îmha bû. Di vê çalakiyê de ku li dijî qada herî mezin a hilberîna elektrîka ji ba ya li herêmê hate kirin, xisareke mezin a dewleta Tirk a dagirker û şîrketên wê yên paravan."

YPS'ê destnîşan kir ku ev çalakî weke bersiva li êrişên qirker ên dewleta Tirk hatiye kirin û diyar kir, "Roj roja xweparastinê ye. Li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku êrişê dibe ser hebûna gelê Kurd, divê gelê me xwe biparêze, hebûn, kolan û bajarê xwe biparêze."