YPS'ê di salvegera 3’emîn a xwerêveberiyê de bangî berxwedanê kir

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi wesîleya salvegera sêyemîn a berxwedanên xwerêveberiyê ya Gever, Şirnex, Nisêbînê ji bo Efrînê banga berxwedanê kir.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi wesîleya salvegera sêyemîn a berxwedanên xwerêveberiyê peyameke nivîskî weşand.

EM Ê BÎRANÎNA WAN BIGIHÎNIN SERFIRAZIYÊ

Di daxuyaniyê de qala van tiştan hate kirin:

“Di salvegera sêyemîn a îlankirin û berxwedana xwerêveberiyê de em berxwedana Gever, Şirnex, Nisêbînê di şexsê şehîdên berxwedanê de bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bigihînin serfiraziyê.

Ev her sê bajarên me berê xwe dan serhildanan û her dem pêşengtî kirin. Ji roja pêşîn a têkoşîna me her cure berdêl dan û ligel her tiştî di şoreşê de cihê xwe girtin.

Dema ku gelê me xwerêveberî îlan kir, dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîş kir. Ev rastî gelekî zelal e ku ji bo dewleta Tirk a dagirker îmhakirina Kurdan zeman û mekanan nas nake.

RASTIYA EFRÎNÊ Û BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ

Rastiya Efrînê careke din nîşan daye ku îlan û berxwedanên xwerêveberiyê çiqasî di demeke dîrokî de hatiye kirin û pratîkên rast in. Tişta ku li Gever, Şirnex û Nisêbînê hate parastin di heman demê de parastina Kobanê, Girê Spî û bajarên din ên Efrînê bû. Di heman demê de îro parastina Efrînê tê wateya parastina Bakurê Kurdistanê. Divê were zanîn ku bombeyên ku diavêjin Efrînê tê wateya ku ev bombe li ser Bakurê Kurdistanê tê barandin.

Li ser vî esasî em di salvegera sêyemîn a berxwedana xwerêveberiyê ya Gever, Şirnex û Nisêbînê de bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku bila xwedî li berxwedana Efrînê derkevin û di berxwedanê de cihê xwe bigirin.”