YPS'ê agir berda bi dehan kargeh û wesayitan

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Rojger a YPS'ê ragihand ku li Stenbolê di navbera 28'ê Hezîranê û 15'ê Tebaxê de agir berdane bi dehan kargeh û wesayitan.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Rojger a YPS'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' li Stenbolê rêze çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"28'ê Hezîranê li Fatîh a Stenbolê li hemberî febrîqeyeke pêlîstokan çalakiyeke berfireh hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de bi dehan dikan şewitîn.

29'ê Tîrmehê li sûka Ûnkapani ya Stenbolê firoşgeha AKP'iyekî hate şewitandin.

Li heman herêmê klûbeya polîsan a li otoparka Yedî Emîn hate şewitandin û îmhakirin.

30'ê Tîrmehê li Piyale Paşa ya Stenbolê 3 wesayitên luks ên parkkirî hatin şewitandin.

15'ê Tebaxê li Fatîh a Stenbolê, bufeyeke Şaredariya AKP'î ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

15'ê Tebaxê li navçeyên Gungoren, Îkîtelî û Kuçukçekmece yên Stenbolê 3 otobusên ÎETT'ê hatin şewitandin."