YPG/YPJ li herêmên Kobanê serweriya xwe misoger dike

YPG/YPJ li herêmên Kobanê serweriya xwe misoger dike

Hêzên YPG/YPJ'ê bi çalakiyên xwe yên li navend û derveyî Kobanê re bi pêş ve diçin. Di encama çalakiyan de hin nuqteyên li Kolana Şaredariyê ji çeteyan hatin paqijkirin û li herêma bakurrojhliatê bajêr jî serweriya YPG/YPJ'ê misoger bû. Di pevçûnên dawî de bi dehan çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 74'an de dewam dikin û diyar kir, ku şervanên YPG/YPJ'ê li navenda bajêr pêş dikevin, li derveyî bajêr û gundan jî çalakiyên xwe didomînin.

Der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ev agahî da:

"Duh bi şev li eniya rojhilat li herêmên Sukul Hal, Kolana Şaredariyê û Qada Azadiyê li dijî komên çeteyan çalakî pêk hatin. Hin nuqteyên ku çeteyan li Kolana şaredariyê dagirkiribûn ji destê wan hat derxistin. Li herêma bakur-rojhilatê bajêr jî hêzên me hakimiyeta xwe misogerkirin. Li van herêman di şer de 9 çete hatin kuştin û cenazeyên 2 çeteyan jî hatin desteserkirin.

Hêzên me li van herêman lêgerîn pêk anîn û di encamê de cenazeyên 7 çeteyên ku berê hatibûn kuştin dîtin.

Li eniya başûr jî duh bi şev şerê dem kurt qewimî û encamên wê nehatin zelalkirin.

Hêzên me 10 kîlometre li rojavayê Kobanê li derdora gundê Menicê li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin."