'YPG wê hesabê Dîlberê ji çeteyan bipirse'
'YPG wê hesabê Dîlberê ji çeteyan bipirse'
'YPG wê hesabê Dîlberê ji çeteyan bipirse'
Malbata Dîlber Mihemed, ku bedena keça wan a 6 salî bi topên hewanê yên çeteyan parçeparçe bû û li Kobanê ya ti carî jê derneket hat veşartin, destnîşan kir ku YPG wê di dawiya dawî de ji çeteyên qetlîemkar hesap bipirse. Bavê Dîlberê Mihemed Îbrahîm diyar kir ku çeteyên derbê ji YPG'ê dixwin êrîşî sivîlan dikin û got, "Baweriya me ji şervanên me yên YPG/YPJ'ê bêdawî ye."
Di êrîşa bi topên hewanê ya çeteyên dijminê DAIŞ'ê ya li hemberî sivîlan de, Dîlber Mihemed a 6 salî di hefteya derbasbûyî de jiyana xwe ji dest dabû. Bav Îbrahîm Mihemed diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê yên heyfa têkçûna xwe ya li rojavayê Kobanê ji wan hilanîne û anî ziman ku bedena keça wî ya biçûk bi topên hewanê yên DAIŞ'ê re parçeparçe bûye.
Îbrahîm Mihemed ragihand ku ew ê ti carî Kobanê neterikînin û got, "Çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê derbên giran ji hêzên YPG/YPJ'ê xwarin, vê carê êrîşî me kirin. Di nav rojekê de 6 topên hewanê avêtin me. Wê rojê 12 kes birîndar bûn û du kes şehîd ketin. Keça min Dîlber hînê 6 salî bû û bedena wê bi bombeyên DAIŞ'ê parçeparçe bû. Me keça min anîn Rihayê, lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Me jî cenazeyê keça min birin Kobanê ya ti carî jê derneketibû. Ev çeteyên ku ji xwe re dibêjin Misilman in, zarokan qetil dikin. Di dawiya dawî de wê hesabê vê bidin. Çi karê van barbaran li ser xaka me heye? Lê em heta dawiyê bi şervanên xwe yên YPG/YPJ'ê piştrast in. Wê hesab ji çeteyên Dîlber qetil kirin, bê pirsîn."