YPG: Şervanê me Nîhad Şêhan gihiştiye şehadetê
YPG: Şervanê me Nîhad Şêhan gihiştiye şehadetê
YPG: Şervanê me Nîhad Şêhan gihiştiye şehadetê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di encama pevçûnên li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de bi dehan endamên komên êrîşkar hatine kuştin û şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya YPG li bajarê Helebê derbarê êrîşa komên çete yên Ensar El-Îslam li ser benda kontrolê ya hêzên Asayişê li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di encama pevçûnan de bi dehan endamên komên êrîşkar hatine kuştin.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku roja Yekşemê komên çete yên Ensar El-Îslam ku girêdayî Artêşa Azad e êrîş birine ser benda kontrolê ya hêzên Asayişê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, yekîneyên YPG'ê jî ji bo ku alîkariya hêzên Asayişê bikin çûne cihê bûyerê.
Daxuyanî wiha dewam dike “Di navbera yekîneyên me û komên çekdar de pevçûnan rû dan û di encamê de bi dehan endamên koma êrîşkar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, koma çekdar xwe paşve kişand û benda wan a kontrolê li devera Ferûc Emar kete bin kontrola yekîneyên me, di encama berxwedana lehengî ya yekîneyên YPG'ê de jî şervanê me yê bi nasnav Egîd jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG'ê Nihad Şêhan piştî ku birîndar bû ji aliyê komên çekdar ve dîl hate girtin.”
Fermandariya Giştî yaYPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan bi alîkariya hêzên Asayişê Operasyon pêk anîne û di encamê cenazeyê şervanê YPG'ê Nîhad Şêhan li malekê li Taxa Şêxmeqsûd ku wek baregeha komên çeteyan dihat bikaranîn de dîtine.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir “Em ê li hember kiryarên komên çekdar ên xwe wek Artêşa Azad didin naskirin bêdeng namînin, buhayê wê çibe bila bibe em ê rê nedin tu hêzan ku fitne û tevlîheviyan bixe navbera gelên Kurd û Ereb.”
NASNAMEYA ŞERVANÊ YPG'Ê WIHA YE:
Nav: Nîhad Şêhan
Navê Bav: Mehmûd
Navê Dayikê: Emîne
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qomliq-Kobanê/1979
29’ê Tîrmehê 2013’an li Şêxmeqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest daye.