YPG: Rêheval Paramaz hêz tevlî berxwedana Kobanê kir

YPG: Rêheval Paramaz hêz tevlî berxwedana Kobanê kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê sersaxî ji  malbat û hevalên têkoşer Paramaz Kizilbaş ku di berxwedana rûmetê ya Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, xwest. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi şehadeta têkoşer Paramaz Kizilbaş şoreşa Rojava veguherî Şoreşa Rojhilata Navîn.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:

"Şoreşa Rojava veguherî Şoreşa Rojhilata Navîn û bi vê biryardariyê hevalê me yê şoreşgerê MLKP'ê di Berxwedana Kobanê de şehîd ket. Ji bo pêşeroja azad a gelan hevalê me Paramaz Kizilbaş di berxwedana bi heybet a Kobanê de cihê xwe girt û di têkoşîna li dijî dijminê gelan, çeteyên DAIŞ'ê de tevlî karwanê nemiran bû.

Piştî ku dorpêçkirina Kobanê destpê kir, hevalê me Paramaz helwestek şoreşgerî nîşan da û bi piştgiriya xwe bû mînaka cîhanê. Em hevalê xwe bi bîr tînin û di serî de ji malbat, hevalên wî yê têkoşînê û ji gelên xwe re sersaxiyê dixwazin.

Weke ku di 14'ê Îlona 2013'an de li Serêkaniyê şoreşgerê MLKP'ê Yilmaz (Serkan Tosûn) şehîd ket, hevalê me Paramaz (Subhî Nejat Agirnasli) wê di têkoşîna me de were bibîranîn.

Serkeftin wê bibe ya gelê me ku li dijî faşîstan mil bi mil li ber xwe didin.

Nasnameya têkoşer Paramaz wiha ye:

Nasnav: Paramaz Kizilbaş

Nav û paşnav: Subhî Nejat Agirnasli

Navê Dayikê: Nûra Agirnasli

Navê Bav: Hîkmet Acûn

Dîrok û cihê ji dayîkbûnê: 22 Îlona 1984’an Konya

Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Cotmeha 2014’an Kobanê