YPG: Li Til Koçer 30 çete hatin kuştin

YPG: Li Til Koçer 30 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPG’ê da xuyakirin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a operasyona "Şehîd Çekjîn" de li derdora Til Koçerê 30 endamên komên çete hatine kuştin û hejmareke zêde alavên leşkerî hatine desteserkirin. YPG'ê destnîşan kir ku di çalakiyê de 2 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî operasyona ‘‘Şehîd Çekjîn’’ a Şoreşgerî ku li dijî komên çete yên Dewlerta Îslamî ya Iraq û Şam dabûn destpê kirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê di çarçoveya operasyona ‘‘Şehîd Çekjîn’’ a Şoreşgerî de ketine qonaxa 3’yemîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi armanca tolhildana ‘‘Şehîdên Reqayê û şehîdên benda kontrolê yên YPG’ê ya li ser rêya Hesekê û Amûdê’’ hêzên YPG’ê îro saet di 01.00’an  de li derdora gundê Sehrîc û Mişêfre yên Til Koçer li dijî navendên komên çeteyan çalakî lidar xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakî heta saet 06.00’an dewam kir û di encamê de herêm ji komên çete hete paqijkirin û komên çete neçar man ber bi xetên dawî yên Til Koçer ve vekişin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyê de zêdeyî 30 çete hatin kuştin, hêzên YPG’ê wesayîtek doçka 14 û nîv li ser û gelek cebilxane û çekên ferdî desteser kirin.Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di çalakiyê de 2 şervanên YPG’ê bi berxwdanek lehengî jiyana xwe jidest dan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta herêm bi temamî ji komên çete bê paqijkirin, dê operasyona "Şehîd Çekjîn" dewam bike. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên herêmê hate kirin ku hêza xwe ya siyasî bikin yek û bang li ciwanan hate kirin ku xwe li dora hêzên YPG’ê bikin yek.