YPG: Li Şêxmeqsûdê 6 leşker hatin kuştin
YPG: Li Şêxmeqsûdê 6 leşker hatin kuştin
YPG: Li Şêxmeqsûdê 6 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyeniyekê diyar kir ku li Şêxmeqsûd di navbera hêzên YPG’ê û hêzên rêjîma Sûriyeyê de pevçûn rûda ye û di pevçûnan de 6 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûn duh di saetên êvarê de li herêma Meqsela Elcezîrê û Elewarid rûda ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên heta saetên sibê dewam kir de, 3 leşker li herêma Elewarid û 3 leşker jî li Meqsela Elcezîre hatine kuştin, her wiha 3 leşker jî birîndar bûne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama topbarana tangên rêjîma Sûriyeyê ya li ser Taxa Şêxmeqsûd de 2 şervanên YPG’ê bi sivikî birîndar bûne. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûn cih bi cih didomin.