YPG: Li Kobanê 42 çete hatin kuştin
YPG: Li Kobanê 42 çete hatin kuştin
YPG: Li Kobanê 42 çete hatin kuştin
Di berxwedana roja 70. a Kobanê de pevçûnên dijwar qewimîn û çeteyên DAIŞ'ê ji gelek deverên dagir kiribûn hatin derxistin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, ku di şer û pevçûnên duh de 42 çete li Kobanê hatine kuştin. Operasyona YPG/YPJ'ê ya li derdora Serêkaniyê jî bi çalakiyên li dijî çeteyan dewam dike.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dan destpêkirin di roja 70. de dewam dikin. Navendê ragihand ku şervanên YPG/YPJ'ê, bi desteka çekên giran ên hêzên Bûrkan El Firat û Hêzên Pêşmergeyan, hin deverên ku çeteyan dagirkiribûn rizgar kirin. Hat destnîşankirin ku komên çete li gel hêzên teqwiye û çekên giran, li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê têk diçin û windahiyên mezin didin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de li ser encamên pevçûnên dawî de ev agahî hatin dayîn:
LI ENIYA ROJHILAT 32 ÇETE HATIN KUŞTIN, GELEK DEVER JI ÇETEYAN HATIN PAQIJKIRIN
"Şevê din li eniya rojhilat li herêma Sukul Hal, Kolana Şaredariyê û li derdora meydana Azadiyê, hêzên me li dijî komên çete êrîşek pêk anîn. Piştî şerê dijwar û giran hin deverên ku hatibûn dagirkirin ji çeteyan hatin paqijkirin û hêzên me li vê herêmê qademeyek pêşve çûn.
Li vê eniyê, heta niha bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 32 çete hatine kuştin. Hêzên me, 13 keleşnîkof, 62 jarjor û bi hezaran guleyên keleşnîkofan, 7 roketên B7, 15 guleyên roketên B7, 40 bombeyên destan, 3 qutî gulleyên BKC, 2 bêtêl, 2 dûrbîn, 2 dûrbînên şevê, êlekek ji pola, maskeyek gazê û hin alavên leşkerî desteserkirin.
LI BAŞÛRROJHILAT DU WESAYÎTÊN ÇETEYAN HATIN RÛXANDIN: 3 ÇETE HATIN KUŞTIN
Hêzên me şevê din, 5 kîlometro li başûrrojhilatê Kobanê, di navbera gundên Helinc û Şêx Çoban, dîsa li nêzikî gundê Til Hacîp li hemberî çeteyan çalakî pêk anîn. Di herdu çalakiyan de, 2 wesayit tevî çeteyên têde hatine rûxandin. Hêzên me di van çalakiyan de 3 kuştiyên çeteyan tesbîtkirine.
DI ŞERÊ LI ENIYA BAŞÛR DE 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li eniya başûr jî hêzên me bi çalakiyan derbên giran li çeteyan xistin. Di çalakiyan de 3 motorsîkletên çeteyan hatin rûxandin. Li vê herêmê di berbanga sibehê de şerekî dem kurt pêk hat. Di şer û çalakiyên li vê herêmê de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 7 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne."
OPERASYONA LI DERDORA SERÊKANIYÊ DEWAM DIKE
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê dewam dike û got, "Hêzên me di çerçoveya vê operasyonê de duh piştî nîvro li herêma nêzikî gundê Resme El Hacîr çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.
Duh di saetên sibehê de jî komên çete li herêma nêzikî gundê Menacir êrîşek pêk anîn. Hevalekî me birîndar bû, û li gel hemû hewldanan, di saetên şevê de şehîd ket."