YPG: Li Kobanê 16 çete hatin kuştin
YPG: Li Kobanê 16 çete hatin kuştin
YPG: Li Kobanê 16 çete hatin kuştin
Çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin. Di çalakiyan de, 16 çete hatin kuştin. Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di şerê dawî de şervanekî YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 66. de dewam dikin. Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê êrîşên çeteyan bi sînor kirine û çalakiyên xwe jî dewam dikin. Hat ragihandin ku topbarana çeteyan a li dijî navenda bajêr jî dewam dike.
Di daxuyaniya navendê de li ser şer û pevçûnên dawî de ev agahî hatin dayîn:
"Şevê din li eniya rojhilat, li herêma Sukul Hal, kolana şaredariyê û meydana azadiyê hêzên me çalakî pêk anîn. Çalakiyên li sê nuqteyan, weke ku dihat hedefkirin serketî bi dawî bûn. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin di van çalakiyan de 7 çete hatin kuştin.
Li eniya başûr jî hêzên me li hemberî hin deverên ku çeteyan dagirkirine êrîş pêk anîn. Di êrîşan de motorsîkletek hat rûxandin, her wiha 9 çete jî hatin kuştin.
Di çalakiyên şevê din de, hevalekî me bi rihekî fedaî pêşengî kir û di derbên li hemberî dijmin de roleke leyist, bi qehremanî şer kir û şehîd ket."