YPG li kantonên Kobanê û Cizîrê bi pêş ve diçe
YPG li kantonên Kobanê û Cizîrê bi pêş ve diçe
YPG li kantonên Kobanê û Cizîrê bi pêş ve diçe
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku DAIŞ, ji Reqa û gelek nevandên din cebilxane û çeteyên nû li derdora Kobanê dicivîne û rastî berxwedana dîrokî ya YPG/YPJ'ê tên. Li Serêkaniyê jî, çeteyên derbên giran dixwin bi wesayîtên bombebarkirî hewl didin êrîş bikin, lê tên îmhakirin. Li Til Koçerê jî gundek ji çeteyan hat rizgarkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê, di roja 69. de dewam dikin û da zanîn ku komên çete di serî de Reqa ji gelek navendan cebilxane û çeteyên xwe yên nû tînin. Navenda Çapemeniyê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê li gel teqwiyeya hêz û cebilxaneyan jî rastî berxwedana dîrokî ya YPG/YPJ'ê tên û der barê mijarê de ev agahî da:
LI ENIYA ROJHILAT A KOBANÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Duh bi şev li eniya rojhilat di navbera hêzên me û komên çete de şerekî kurt qewimî. Di vî şerî de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin, 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Li keviya bajêr li herêma Medcene li dijî komên çete çalakî jî dewam dikin. Li vê herêmê 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Çeteyên li derdora gundên Mineza, Izea û Alîplûr topên hawanê tavêjin bajêr. Li dijî van çeteyan bi çekên giran bersiv hat dayîn.
ŞERVANEKÎ YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DA
Hevalekî me ku bi coş û moralê xwe hêz dida berxwedana Kobanê, ji bo parastina bajêr û gel wezîfeya xwe bi serketî anî cih û di şerê duh de gihîşt şehadetê."
YPG'Ê NEHIŞT WESAYÎTÊN BOMBEBARKIRÎ YÊN ÇETEYAN BIGIHÊJIN ARMANCA XWE
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya operasyona li başûr û başûr-rojavayê Serêkaniyê de hêzên YPG'ê li herêmek berfireh belav bûne û çete li dijî wan hewl didin bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan pêk bînin.
Navenda got, "Îro danê sibê komên çete li nêzî gundê Menacirê li dijî 2 noqteyên cûda xwestin bi wesayîtên bombebarkirî êrîş bikin, lê hêzên me ev yek ferq kirin û êrîşên wan têk birin. Her du wesayît ji dûr ve hatin teqandin û 2 çeteyên di wesayîtan de hatin kuştin. Di encama vê êrîşê de 2 şervanên YPG'ê û 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Piştî vê êrîşê hêzên me li dijî nuqteyeke komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin."
LI TIL KOÇERÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê duh saet di 13'an ji sînorê Iraqê ketin başûr-rojavayê Til Koçer'ê û li gundê Samiriyê êrîşek pêk anîn. Hat ragihandin ku hêzên YPG'ê di heman demê de bersiv dan vê êrîşê û bi qasî 2 saetan şerekî dijwar qewimî. Çeteyek dema ku xwest êrîşa întixarî pêk bîne hat kuştin. Hêzên me li vê herêmê 6 çete kuştin û 3 çete jî birîndar kirin. Her wiha wesayîtek zirxî ya Hammer jî hat desteserkirin.
GUNDÊ HIREŞIYÊ JI ÇETEYAN HAT RIZGARKIRIN
Hêzên me piştî êrîşên çeteyan têk birin, li başûrê gundê Samiriyê gundê ku çete lê bicih bibûn gundê Hireşiyê ji çeteyan hat rizgarkirin.
Hevalekî me ji bo ku ev êrîşên çeteyan têk biçin rolek girîng lîst, bi fedayî şer kir û li vê herêmê gihîşt şehadetê."