YPG: Ji duh êvarî ve 59 endamên çete hatin kuştin

YPG: Ji duh êvarî ve 59 endamên çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, destnîşan kir ku ji duh êvarê ve li herêmên Serêkaniyê, Çilaxa û Girkê Legê di navbera hêzên wan û komên çete de pevçûnên dijwar qewimîne û di encama pevçûnên ku hîn didomin de 59 endamên çete hatine kuştin û 2 tang hatin rûxandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 3 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê êrîşên komên çete û pevçûnên ji duh êvarî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên komên çete ku hin faşîstên Ereb jî piştgiriya wan dikin bi awayekî bêexlaqî didomin.

'ÇETE Û REJÎM HEVKARIYÊ DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin komên çete hêzên xwe yên Şam, Dêraz û Reqayê bi tang û çekên giran anîne herêmê û ev tişt hatin gotin: "Hovîtiya wa gihîştiye wê merheleyê ku têkiliyê bi rejîmê re deynin û bi hevre êrîşî me bikin. Bombebarana Dêrik û Girkê Legê jî nîşana vê yekê ye. Ev êrîş bi armanca têkbirina destketiyên gelê Kurd ku di dema şoreşê de hatine bidestxistin û valakirina herêmê ya ji pêkhateyên wê pêk tên. Her wiha dixwazin herêmên Rojava dagir bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirkiyeyê û cîranên wê jî bi ambargoya ku li ser Rojavayê Kurdistanê didin meşandin piştgiriya êrîşan dikin. Di daxuyaniyê hate gotin ku li hemberî van êrîşên hovane hêzên navneteweyî jî bêdeng in û ev rewş hate rexnekirin.

'PEVÇÛN DIDOMIN'

Di berdewama daxuyaniyê de der barê pevçûnên ji duh ve didomin de jî agahî hatin dayîn û hate gotin ku pevçûn li Serêkaniyê, Çilaxa, Rimêlan û derdora Dêrikê didomin.

'KUŞTIYÊN XWE HIŞTIN Û REVIYAN'

Di daxuyaniyê de li ser pevçûnên li herêma Serêkaniyê ev agahî hatin dayîn: "Şevê din komên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra, Artêşa Azad û hin çeteyên girêdayî wan, ji aliyê Til Xelef ve êrîş pêk anîn. Li ser bersivdayîna YPG'ê pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 13 êrîşkar hatin kuştin. Êrîşkaran cenazeyên xwe hiştin û reviyan. Li aliyê din komek çete êrîşî gundê Çava yê di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de ye û şêniyên wê Êzidî ne kirin. Di êrîşê de malên gundiyan şewitandin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê mudaxele kirin û di encamê de 19 endamên çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn, wesayîtek doçka hate rûxandin û gund hate rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama pevçûnên li herêma Serêkaniyê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye.

LI ÇILAXA 2 TANG HATIN RÛXANDIN

Der barê pevçûnên li herêma Çilaxa û Girkê Legê de jî ev agahî hatin dayîn: "Li gundê Sefa yê bajaroka Çilaxa jî komên çete bi tangan û çekên giran êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê YPG'ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 16 êrîşkar hatin kuştin, tangek û wesayîtek doçka hatin rûxandin. Li derdora Girkê Legê, li gundê Sikeriya komên çete êrîş pêk anîn, lê di encama şervanên YPG'ê de 11 êrîşkar hatin kuştin û tangek û wesayîtek doçka hatin rûxandin. Pevçûn hîn didomin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên li herêm Çilaxa de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tabûrên El-Nusra û Artêşa Azad hîn jî komên xwe kom dikin û dixwazin êrîşan pêk bînin

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku hemû nakokiyên xwe deynin aliyekê û bi yekdengî li dijî êrîşên çeteyan derkevin.