YPG: Heta çete bi temamî xilas dibin wê operasyonên me bidomin

YPG: Heta çete bi temamî xilas dibin wê operasyonên me bidomin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku komên çete yên êrîşî gundên Xêbiş û Esfuriyê kirine, piştî gelek windahî dane, ji herêmê hatine derxistin. Navenda çapemeniyê destnîşan kir di pevçûnan de 8 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe jidest dane.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşa komên çete ku di 20’ê Mijdara 2013’an de li dijî gundên Xêbiş û Esfuriyê yên Til Temir pêk hatibû û şerê derketibû de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku duh saet di 06.00’ê sibehê de komên çete êrîşî gundên Xêbiş û Esfuriyê yên girêdayî Til Temir kirine û li ser vê yeke hêzên YPG’ê bersiv daye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di encama pevçûnan de komên çete têk çûne û ji herdu gundan hatin derxistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê berxwedaniyek bêhempa nîşan daye, di encama vê berxwedanê de herdu gund bi temamî hatin paqijkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê berxwedanê de 8 şervanên YPG-YPJ’ê ku di nava wan de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û Endama Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Hêvîdar Dara jî heye, jiyana xwe jidest dane.

Di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildana “şehîdan” hate dayîn û ev tişt hatin gotin: “Em wekî rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) soz didin şehîdên xwe yên leheng ku em ê tola wan hildin û li ser xeta wan a ji bo azadiya gel û parastina herêmê bimeşin. Bila hemû kes zanibin ku em ê wekî hemleyên xwe yên heta niha tola şehîdên xwe bigirin û dilsoziya xwe nîşan bidin. Em dê di çarçoveya tolhildana şehîdên Til Temir de hemû herêmê ji komên terorê paqij bikin û ev hemleya me heta ku teror ji kokê xilas dibe, wê dom bike.”

Her wiha di daxuyaniyê de navê 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku jiyana xwe jî dest dane hatin eşkerekirin.

Nav: Besna Xalid

Nasnav: Hêvîdar Dara

Navê dayikê: Zekiya

Navê bav: Xalid Elî

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Girkê Legê/1974

Dîroka tevlîbûna têkoşînê: 1994

-

Nav: Ehmed Emîn

Nasnav: Agirî

Navê dayikê: Xezal

Navê bav: Kamil

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Um Şiêfa/Til Temir/1992

Dîroka tevlîbûnê: Til Temir -2012

-

Nav: Hozan Şêxmus

Nasnav: Berxwedan

Navê dayikê: Hemdiye

Navê bav: Kemal

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gundê Um Şiêfa/Til Temir/1996

Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2012

-

Nav: Warşîn Emîn

Nasnav: Cudî

Navê dayikê: Gulistan

Navê bav: Kemal

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1989

Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2013

-

Nav: Rênas Emîn

Nasnav: Rojdem

Navê bav: Cemîl

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1996

Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2013

-

Nav: Nebîxe Ehmed

Nasnav: Arjîn

Navê dayikê: Fehîme

Navê bav: Xalid

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1995

Dîroka tevlîbûnê: Til Temir/2013

-

Nav: Kamuran Bekir

Nasnav: Kamuran

Navê bav: Ferzat

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir/1994

Dîroka tevlîbûnê: Til Temir/2013

-

Nav: Qasim Kutê

Nasnav: Qasim

Navê bav: Ebdulbaqî

Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Til Temir-1995

Dîroka tevlîbûnê: Til Temir-2013