YPG: Em ê bi dijwarî bersivê bidin her cure êrîşan
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî êrîşên li hember Taxa Şêx Meqsûdê diyar kir ku ji bo parastina hemû sivîl û pêkhateyên li Rojava wê heta dawiyê têkoşînê bimeşinin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî êrîşên li hember Taxa Şêx Meqsûdê diyar kir ku ji bo parastina hemû sivîl û pêkhateyên li Rojava wê heta dawiyê têkoşînê bimeşinin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî êrîşên hov ên komên çete yên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji bo parastina sivîlan wê di çarçoveya qanûnan de bi tundî bersiva her cure êrîşên hovane bidin.
YPG’ê di daxuyaniyê de wiha ragihand; “Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li Helebê, careke din dibêjin ku em bi rêgezên Şoreşa demokratîk a ku xwişktî û biratiya gelan li tevahiya Sûriye misoger dike, girêdayî ne. Em ê xizmeta vê şoreşê bi hemû wateyên hevaltî, wefadarî û baweriyê bidomînin.
Der barê gefên ku hin demên dawî li ser zimanê serçeteyên hêzên tarî yên terorîst ên weke DAIŞ’ê û El-Nûsra û alîgirên wan yên îxanet li şoreşa Sûriyeyê û gelê wê kirin, hatin kirin, em dibêjin ‘Ji destpêka şoreşê ve em dibêjin, ev gef ne nû ne.’ Tenê zimanê van hêzên ku xwe weke muxalefet (opozisyon) bi nav dikin hatiye guhertin û bûye zimanê gefxwarin, kuştin û hilweşandinê. Em ji van kesan re dibêjin hûn girêdayî kîjan şoreşê ne?”
‘HER CURE ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ Û KÎMYEWÎ BI KAR TÎNIN’
YPG’ê destnîşan kir ku ev du sal in li dijî Taxa Şêx Meqsûdê çekên qedexekirî û kîmyewî tên bikaranîn û got, “Hûn êrîşên herî hovane û ne mirovî yên bi çekên kîmyewî û gelek cureyên çekên din yên ku di aliyê navnetewî de hatine qedexekirin, êrîşî welatiyên sivîl ên Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.
Ev çi şoreş e ku zarokên wê tenê ji ber ku nêrînên xwe tînin ziman, bi feramanên hêzên derve yên ku ji aliyê gelên Sûriyeyê ve tên naskirin, tên kuştin?
Ev şoreşa ku hûn behs dikin, tenê maskeyeke ku ji bo ku hûn li ser kiryarên xwe yên ku we li dijî mirovahiyê pêk anîne, bigirin.”
EM PRASTINA XWE Û GELÊ SIVÎL DIKIN
YPG’ê têkîldarî êrîşên li ser gelê sivîl jî wiha got: “Êrîşa me ya dawî ya li ser noqteyên leşkerî yên li derdora Taxa Şêx Meqsûd, girêdana me ya bi rêgeza parastina rewa û parastina sivîlan diyar dike. Ev nuqte ji bo êrîşa li ser sivîlan dihat bikaranîn. Di encama wan êrîşan de, bi sedan jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Em ji hemû aliyên têkîldar re dibêjin, em ê li ser vê rêya xwe bimeşin û em ê bi hemû hêza xwe parastina xwe û hemû pêkhateyên Sûriyê û bi taybet pêkhateyên Helebê, bikin.”
‘EM Ê BI TUNDÎ BERSIVA HER CURE ÊRÎŞAN BIDIN’
Herî dawî YPG’ê ev tişt gotin: “Em dixwazin careke din balê bikşînin ser rêbazê bersivdayîna êrîşên ku li ser taxan pêk tên û em dibêjin ku ev bersiv wê ne weke berê be. Em ê li hemû tax û nuqteyên Helebê ku êrîş bi ser de werin, operasyonan li dar bixin ku em sivîlan ji van êrîşan biparêzin.
Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ragirin û zimanê gefxwarinê bi kar nînin û bi rengekî aqilane, tevbigerin. Ya girîng ew bû ku me agahdarî kir.”