Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê darêze li herêma Elbab a Helebê tûgaya ‘Şehîd Zorvan’ ragihand. Bi vî awayî YPG’ê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê tûgaya heştemîn ava kir.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku 19'ê tîrmeha 2012ê ligel bidestxistina rêveberiya Kobanê bi awayekî fermî hat ragihandin, li her deverên Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike. Di çarçoveya hewldanên bihêzkirinê de, Fermandariya Giştî ya YPG li navçeya herêma Elbab a Helebê tûgaya Şehîd Zorvan ji raya giştî re aşkera kir.
Di çarçoveya hewldanên bihêzkirinê de, Fermandariya Giştî ya YPG li herêma Elbab ya girêdayî Helebê damezrandina Tugaya bi navê "Şehîd Zorvan" ji raya giştî re aşkere kir.
Herî dawî YPG'ê li herêma Elbab a girêdayî Helebê damezrandina Tugaya bi navê "Şehîd Zorvan" îlan kir.
Tugaya Şehîd Zorvan, wê li Navçeyên Toleran, Til Hasil û gundên derdora wê li dijî hemû êrîşan dê biparêze.
Bi avakirina tûgaya Şehîd Zorvan aYPG ya li herêma Elbabê , hejmara tûgayên YPGê gihişt 8an. Li gorî vê yekê: Li herêma Efrînê Tugayên "Şehîd Çekdar" û "Şehîd Nalîn", Li herêma Dêrikê Tugayên "Şehîd Lewend" û "Şehîd Bawer", Li Qamişlo Tugaya "Şehîd Sarya", Li Kobanê Tugaya "Şehîd Sadiq", Li Serêkaniyê Tugaya "Şehîd Abid Xelîl"