YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê Emerîkî eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya Şervanekî Emerîkî ku di operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya Şervanekî Emerîkî ku di operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya Şervanê bi eslê xwe Emrîkî Ciwan Firat (Jordan Mactaggart) ku di hemleya rizgarikirina bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir.
YPG’ê wiha anî ziman: “Hevriyê me Ciwan Firat (Jordan Mactaggart) bi ruhê xwe yê giranbûha û rûyê xwe ya bi ken di nav refên me de cih girt. Di hemû çeperên şer yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de amade bû û çeke wî di nava destên wî de bi hawara gelên me de çû.
Hevrê Ciwan, ji bo tevlî hemleya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê Minbicê dabû dest pê kirin be, gelek bi israr bû. Êşa gelên di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de mabûn, ji kûr ve dibihist û dixwast di nav vê hemleya dîrokî de rolek bileyize. Him hêrsa xwe ya li dijî DAIŞ’ê dixwast derbixe û him jî jin û zarokên di şer de wekî mertalên zindî dihatin bikaranîn rizgar bike. Armanca tekanê ya hevrêyê me Ciwan ev bû.
Di 3’yê Tebaxê de hêzên rizgarkirina Minbicê ji bo xilaskirina sivîlên di nav destê çeteyan de operasyonek taybet lidarxistin. Hevrê Ciwan jî di vê operasyonê de cihê xwe girt. Di şerê dijwar de bi lehengî şer kir heta keliya ku gihişte şehadetê.
Em dikarin bêjin ku Şehîd Jordan banê biratiya gelan xurtkir û ala azadiya gelê bin dest bilind kir. Tekoşîna hevrêyê me Jordan û berxwedaniya wî ya li Rojava, şoreşa Rojava hê zêdetir dewlemend kir û navê xwe li dîroka biratiya gelan de neqişand.
Em weke YPG/YPJ ji malbata şehîd Jordan re û tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.”
Nasnameya şervanê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav: Ciwan Firat
Navê û Paşnav: Jordan Mactaggart
Navê Dayikê: Malîssa
Navê Bav: Robert
Cihê Jidayikbûnê: Colorado / USA
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic – 03’yê Tebaxa 2016.