YPG'ê nasnameya şervaneke YPJ'ê aşkera kir

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêma Efrînê şervana YPJ’ê Amara Qendîl ku dema bi erka xwe ya parastinê radibû rastî qezayekê hat. Di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêma Efrînê şervana YPJ’ê Amara Qendîl ku dema bi erka xwe ya parastinê radibû rastî qezayekê hat. Di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê ku li ser malpera YPG’ê ya fermî hatiye weşandin, nasnameya şervana YPJ’ê wiha ye:

Nasnav: Amara Qendîl

Nav: Zehîde Ebdo

Dayik: Emîne

Bav: Nebî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn Gundê Mezin

Dîroka Tevlîbunê: 2014

Cih û dîroka şehadetê: 1'ê Sibata 2015’an Efrîn,  di encama qezayekê de