YPG'ê li 4 nuqteyan çalakî lidar xist
YPG'ê li 4 nuqteyan çalakî lidar xist
YPG'ê li 4 nuqteyan çalakî lidar xist
YPG'ê li rojhilatê Kobanê li dijî 4 nuqteyên ku çeteyên DAIŞ'ê tê de ne çalakiyên bi bandor lidar xist û gelek çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêma şer a Kobanê hatine bidestxistin, şervanên Yekîneyên Parastina Gel şevê din li dijî 4 nuqteyên li rojhilatê bajarê Kobanê ku çeteyên DAIŞ'ê tê de ne çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di çalakiyan de gelek çete hatin kuştin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehate zanîn. Her wiha şervanên YPG'ê gelek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin.
Li eniya rojhilat û başûr-rojhilatê Kobanê jî şevê din di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn derketin, lê der barê encamên şer de agahiyek zelal nehat bidestxistin..
Ji aliyekî din ve balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li hemberî hin deverên ku çete lê ne êrîşên hewayî pêk anîn.