YPG’ê encama pevçûnên 15 rojan aşkera kirin

YPG’ê encama pevçûnên 15 rojan aşkera kirin

Fermadariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, di encama pevçûnên 15 rojan de kontrola Taxa Şêxmeqsûd bi temamî ketiye destê wan û bang li welatiyan kir ku, vegerin malên xwe. YPG’ê her wiha destnîşan kir ku, di pevçûnan de bi giştî 61 leşker hatine kuştin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, di derbarê êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di 29’ê Adarê de destpêkiribûn û pevçûnên 15 rojan dom kirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser taxê bi pevçûna ku di navbera malbata Mardînî û malbata Beyanûnê rû dabû destpê kiriye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, piştî vê pevçûnê hêzên rejîma Baas bi hinceta parastina malbata Mardînî bi hemû cureyên çekan êrîşî taxê kirine, di êrîşan de bombeyên mîsket û çekên kîmyawî jî hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di encama van êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe jidest dane û bi dehezaran kesan jî koç kiriye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, YPG’ê jî di çarçoveya parastina gel de bersiva êrîşan daye û di encamê de pevçûnên dijwar rû dane. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di pevçûnên ku 15 rojan dom kirin de 61 leşkerên Sûriyeyê û alîgirên wan hatin kuştin, bi dehan birîndar bûne û 2 tang hatine ruxandin û gelek wesayîtên leşkerî jî hatine şewitandin.

Di derbarê windahiyên YPG’ê û sivîlan de jî, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, di êrîşên hovane yên li ser Taxa Şêxmeqsûd de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Xelîl, şervanê YPG’ê Zinar, Endamê Asayîşê Samî Rênas û 47 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û 140 welatî jî birîndar bûne, her wiha bi dehan malên welatiyan hilweşiyane.

‘HÊZÊN REJÎMÊ PAŞVE VEKIŞIYAN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di encama pevçûnan de hêzên rejîmê bi temamî ji taxê hatine derxistin û ev tişt hatin gotin: “Di berxwedana şervanên me ya li Şêxmeqsûd de me hevalê xwe Zekeriya ku sembola berxwedanê bû winda kir, lê li hemberî berxwedana şervanên me hêzên rejîma Baas neçar man ku xwe ji taxê vekişînin. Kontrola taxê niha bi temamî di bin kontrola şervanên me de ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyên Şêxmeqsûd ên ku koç kirine hate kirin ku, vegerin malên xwe wiha hat gotin: “Em wek Fermandariya YPG’ê diyar dikin ku, ew dê soza parastina gel a ku me beriya niha daye gelê xwe, heta dawiyê bicîh bînin. Emê li ser şopa şehîdê xwe Zekeriya û hemû şehîdên ku ji bo azadiya gelan jiyana xwe jidest dane têbikoşin.”