YPG’ê çeteyên Eniya El Nusra hişyar kirin
YPG’ê çeteyên Eniya El Nusra hişyar kirin
YPG’ê çeteyên Eniya El Nusra hişyar kirin
Fermandariya Giştî ya YPG di derbarê êrîşên çekdarên El-Nusra li dijî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê daxuyaniyek da û komên çekdar şiyar ku dev ji kêryarên komkujiya sivîlan berdên.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê êrîşên çekdarên El-Nusra li dijî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê daxuyaniyek da û komên çete şiyar ku dev ji kiryarên komkujiya sivîlan berdin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, çeteyê Eniya El-Nusra ji beriya 2 rojan ve êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên Helebê kirine û di encamê de kurdên sivîl ên ji mizgeftê derdiketin bûne queban û di encamê de gelek sivîl jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, duh jî çeteyên El-Nusra bi çekên giran êrîşî Til Eran û Til Hasil kirine û bi dehan welatiyên sivîl revandine.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Em ji ber kiryarên komên çete ên dijmirovî, li ser çarenûsa gelê xwe yê Kurd li Til Hasil û Til Eranê bitirsin û dest ji kiryarên komkujiya sivîlan berdin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, YPG’ê li dijî êrîşan wê bê deng nemîne.