YPG'ê bîlançoya operasyona Til Temir eşkere kir

YPG'ê bîlançoya operasyona Til Temir eşkere kir

Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di encama "Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temir" de herêma di navbera Til Temir – Hesekê û Hesekê Til Bêder de bi temamî ji komên çete hate paqijkirin. YPG'ê destnîşan kir ku di opersyonê de 29 gund û gelek naved ji destê komên çete hatine rizgarkirin.

Navenda Çapemeniya YPG'ê derbarê "Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temir" daxuyaniyek niviskî weşand û pîlançoya opersyonê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber xeteriya komên çete ya li ser welatiyên sivîl, her wiha bi armanca vekirina rêyên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin hêzên me di 25'ê Mijdarê de dest bi Opersyonê kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Opersyona ku bi navê "Tolhildana Şehîdên Til Temir" ji aliyê tabûra hêzên taybet, tabûrên Meclîsa Leşkerî yên Hesekê û Qamişlo û yekîneyên parastina Jinan destpê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 4 rojan de hêzên YPG'ê destkeftiyên mezin bidestxistin û herêmên di navbera Til Temir- Hesekê, Til Temir- Til Bêder û herêma derdora bendava Xabûr ji komên çete hatin paqijkirin.

Di daxuyaniyê de encamên rojên opersyonê wiha hatin rêzkirin:

" Di roja yekem a opersyonê de hêzên me herêma di navbera Til Bêder û bendavê rizgar kirin. Her wiha 4 navendên komên çete ên wekî cihê bêhinvedanê ya Layvstûn, Mêvanxaneya Wezîr, gundê Elwan, Mişêrfe û Mesakan ji komên çete hatine rizgarkirin. her wiha rêya di navbera Til Bêder û hesekê ji hate paqijkirin û bajaroka Tiwêna ku komên çete wekî bargeh bikar tanî hate dorpêçkirin."

"Di roja duyamîne hêzên me li dijî 5 navendên komên çete çalakî lidar xist û di encamê de sêgoşeya di navbera bendavê, Til Bêder û Til Temir  rizgarkirin. Her wiha hêzên me li komên çete zîvirîn û li dijî navenda wan a sereke ku li gundê Xerîta bû çalakî lidar xist û di encamê gundê Xerîta bi temamî ji çeteyan rizgarkirin. Her wiha 11 sivîlên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin rizgarkirin."

"Di roja 3. de komên çete yên ku xelkên sivîl di banaroka Tiwêna de wekî mertal bikar tanîn û alîkarî ji wan re hat êrîşî hêzên me kirin. Hêzên me bersiva êrîşan dan û di encamê de hêzên me ji 3 aliyan ve ketin Tiwêna û bajarok bi temamî ji komên çete rizgarkirin. Piştî rizgarkirina bajaroka Tiwêna herêma di navbera Til Bêder- Hesekê  û gundê Xerîta- Bendava Xabûr bi temamî ji komên çete hatin rizgarkirin."

" Di roja 4. de hêzên me yên di Tiwêna û gundê Xerîta de bi cih bibûn ber bi bajarê Til Temir ve pêşketin. Di heman demê de tabûrên girêdayî meclîsa Leşkerî ya Til Temir ber bi gundê Ruguba ku wekî navenda komên çete ya li nêzî Til Temir bû pêşketin û di encamê de gundê Ruguba û hin gund û girên herêmê rizgar kirin û komên çete neçarî revê kirin. Hêzên me yên ji Tiwêna û Xerîta jî li 3 gundan rastî çeteyan hatin û ew têk birin. Piştî çend saetan hêzên me yên herdû aliyan û piştî paqijkirina herêmê li Til Temir gihan hev. Bi vê yekê rêya di navber Til Temir û Hesekê hate paqijkirin."

DI 4 ROJAN DE 29 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Navenda Çapemeniya YPG'ê di daxuyaniya xwe de bîlançoya 4 rojan diyar kir û diyar kir hêzên wan 29 gund ji komên çete rizgarkirine û wiha hate domandin:" Di 4 rojên opersyonê de hêzên me qehremaniyek mezin nîşan dan. Di 4 rojan de 34 endamên komên çete hatin kuştin û gelek hatin birîndarkirin. Her wiha 3 tirmpêlên doçka li ser, 3 ARBC, 2 BKS, Qernasek berno, 7 dimançe, 15 kilaçinkof û 2 ton madeyên teqemeniyê hatin destserkirin. 11 welatiyên sivîl ên kurd ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin hatin rizgarkirin. Di heman Opersyonê de hêzên me gund û navendên bi navê 'Bajaroka Tiwêna, Mêvanxaneya Wezîr, Cihê bêhinvedana Layvstûn, Cihê xwedîkirina mirîşkan (Medacin), gundên Elwan, Xirbet Şêr, Xerîta, Şemoka, Til Ruman Foqanî, Til Ruman Tehtanî, Til Sekra, Til Fêda, Til Şamîran, Ruguba, Um El-Mesamîr, Em El-Dibis, Um El-Meiz, Dêra Seyide Meryem El-Ezarai, Wadî El-Humir, Oca, Til Mexas, Til Birîc, Til Tal, Til Werdiyat, Til Şama, Til Baz, Til Balûa, Til Koran, Til Telea, Wadî El-Humir, Til Cedaya, Em Xergan û Til Erbûş hatin rizgarkirin. Her wiha hêzên me bi dehan mayînên ku çeteyan li ser riyan, di gund û malan de bi cihkiribûn bê bandor kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama opersyona şoşerî de 2 endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê Memo Mîtan û Cisûr Efrîn jiyana xwe jidest dane û ev tişt hatin gotin:"Hevalên me Memo Mîtan û Cisûr Efrîn bi qehremanî di parastina Rojava de cihê xwe girtin û bûn xwedî roleke mezin di serkeftinan de."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rola hêzên YPJ'ê jî di çalakiyan de bi bandro bû û tabûrek taybeta ji hêzên YPJ'ê tevlî opersyonê bûn û gelek navend ji komên çete rizgarkirin û di dorpêçkirina Tiwêna de jî cihê xwe girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:" Opersyona me ya Tolhildana Şehîdên Til Temir serkeftî bi encam bû, her wiha komên çete ji gelek herêman hatin derxistin. Heta xeterî li ser herêmên me hebin dê opersyonên me dewam bikin."