YPG’ê 53 leşkerên rejima Sûriyeyê kuştin

YPG’ê 53 leşkerên rejima Sûriyeyê kuştin

Topbarana hêzên rêjîma Sûriyeyê li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di roja 11’emîn de didome. Hêzên YPG’ê bersiv dan êrîşên rejima Sûriyeyê û di encama bersiv dayînê de 53 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.

Hêzên Rêjîma Sûriyeyê ji beriya 11 rojan bi hinceta ku çekdarên Artêşa Azad li Taxa Şêxmeqsûd bi cih bûne, bi tang û topan êrîşî ser Taxa Şêxmeqsûd ku piranî Kurd lê dijîn kir. Her wiha balefirên şer ên Sûriyeyê, herêma Seken Şebabî ya rojavayê taxê bombebaran kir. Di encama topbaran û bombebarana ser Taxa Şêxmeqsûd bi dehan Kurdên sivîl hatin qetilkirin, gelek birîndar jî çêbûn. Her wiha bi dehezaran kesî malên xwe terk kirin û ber bi Efrîn, Kobanê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê Koçberbûn.

ARTÊŞA AZAD LI KUDERÊ YE

Ji dema êrîşan de çekdarên Artêşa Azad li Kolana Merdelî ya ku Taxên Şêxmeqsûd û Bustan Başa ji hev qut dike û li herêma dawiya xeta Serbîsan a Şêxmeqsûd Şerqî bi cih bûn û heta roja dawî jî Artêşa Azad herêmên xwe terk nekirin. Lê hêzên rêjîma Sûriyeyê deverên Artêşa Azad lê bi cih dibûn topbaran nedikir, lê belê topbaran ser deverên sivîl de pêk dihatin.

HEWLDANÊN RÊJÎMA SÛRIYEYÊ YA KETINA TAXÊ DIDOME

Hêzên rêjîma Sûriyeyê bi hinceta çekdarên Artêşa Azad li taxa Şêxmeqsûd bi cih dibin, çend caran êrîşî taxê kirin. Lê beranberî berxwedane bendên kontolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dihatin û di encama topbarana li ser devera Mexselet Elcezîrê şervanekî YPG’ê Rênas di encama parçeya topekê ku lêket jiyan xwe ji dest da. Her wiha Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Efrînê Zekeriya Xelîl (Zerdeşt) di dema dixwest Rênas rizgar bike bû hedefa segvanên rejîma Sûriyeyê û birîndar bû, piştre ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Beramberî  berxwedana şervanên YPG’ê hêzên rêjîma Sûriyeyê neçar man ku xwe paşve bikşînin û vegerin herêmên xwe.

Piştî êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê yekîneyên YPG’ê, li dijî êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê ya ser welatiyên sivîl yekem çalakiya bersivdayînê pêk anîn. Di encama çalakiya YPG’ê de 7 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin. Her wiha navenda çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ger hêzên rêjîma Sûriyeyê êrîşên xwe yên bi topan li ser taxên kurdan ranewestîne û xwe bi temamî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nekşîne, wê YPG bersiva êrîşên rêjîmê duqat bide.

38 LEŞKERÊN RÊJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Di encama çalakiyên bersivdayînê yên YPG’ê li dijî hêzên rejîma Baas heta 7’ê mehê 38 leşker hatine kuştin. Dewleta Baas li ser şikandina artêşê bi balafirên şer Taxa Şêxmeqsûd Xerbî bombebaran kir. Di encama bombebaranê de di nav de zarok jî hebûn 19 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li aliyêke din 5 şervanên YPG’ê birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Aferîn a Efrîn ê.

15 LEŞKERÊN REJÎMÊ DI NAVA 12 SEATAN HATIN KUŞTIN

Li ser êrîşên bi balafiran pêk hat, YPG’ê çalakiyekî bersivdayînê li benda kontrola El-Ewarid lidar xist û di encamê de 9 leşkerên rejîma Baas hatin  kuştin. Di encama çalakiyeke din a bersivdayînê de 6 leşkerên rejîma Baas li herêma Mexselet Elcezîre hatin kuştin. Her wiha heya niha topbaranên li ser taxên Kurdan didome.

Di encama êrîşên Dewleta Baas de 44 kesên sivîl piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û 130 kes jî birîndar bûn. Her wiha 3 şervanê YPG’ê jî di heman êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê bû. Di encama çalakiyên bersivdayînê yên YPG’ê de 53 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.