YPG: Di pevçûnên şevê din de 69 êrîşkar hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên şevê din de 69 êrîşkar hatin kuştin
YPG: Di pevçûnên şevê din de 69 êrîşkar hatin kuştin
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku di pevçûnên şevê din ên li herêmên Tirbespiyê û Girkê Legê de 69 endamên komên Eniya El-Nusra hatine kuştin, 20 birîndar bûne û 20’an jî çekên danîne û reviyan e. Di pevçûnan de 2 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê pevçûnên şevê din ên di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra de qewimîn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku duh êvarê di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad E-Şam/Eniya El-Nusra de li hemû eniyên şer pevçûnan dom kiriye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnên herî dijwar li dora gundê Girkhok ê girêdayî Girkê Legê û gundên dora Tirpesipiyê qewimîne. Di berdewama daxuyaniyê de derbarê pevçûnên li gundên dora Tirbespiyê de ev agahî hatin dayîn: “Komeke çekdar xwest li dora gundê Beyaz pêş bikeve. Li ser vê yekê hêzên me pêşiya wan girt û pevçûn derketin. Di encama pevçûnê de 10 êrîşkar hatin kuştin. Li li dora gundê Mezluma jî pevçûn derketin û gelek windahiyên êrîşkaran çêbû. Dîsa li dora gundê Taya pevçûn derketin û heya vê sibebê dom kirin. Di encama pevçûnan de 32 çete hatin kuştin.”
Derbarê pevçûnên li herêma Girlê Legê ku li dora gundê Girhok zêde bûne de jî ev agahî hatin dayîn: “Li dora gundê Girhok şevêdin pevçûnên dijwar çêbûn. Di encama pevçûnan de 27 çete hatin kuştin, 20 birîndar bûn û 20’an jî çekên xwe danîn û reviyan.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama şerên dijwar de 2 şervanên YPG’ê yên bi nav ê Xemgîn Dirbêsiyê û Kawa Dirbêsiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li ser êrîşên komên çekdar ên li herêma Helebê jî di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên xkomên çekdar ên li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên girêdayî Helebê jî berdewam dikin û êrîşkar hovîtiyê li ser sivîlan dimeşînin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku xli dijî xiyanetê hişyar bin û di ewlekariya gund û bajarên xwe de li rex hêzên parastinê cîh bigirin.
ÇEKDARÊN EL NÛSRA GUNDÊ TIL FINDIR TALAN KIR
Di vê navberê de, çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra û tabûra Ehrar El-Şam êrîşî gundê Til Findir ê 7 kîlometre dûrî Girê Spî (Til Ebyed) ye kirin û gundî ji malên wan derxistin û malên welatiyan talan kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin êrîşkaran tiştên ku talan kirine birina gundên Westê û Bîr Etwan û ji wir derbasî navendên xwe yên li Girê Spî kirine. Her wiha çavkaniyan dan zanîn ku çekdaran bi çekên giran êrîşî gund kirine û ne hiştine gundî tiştekî bi xwe re derbixin.
Li gorî agahiyan çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam mala muxtarê gundê Til Findir Îsmaîl Rewûl wek navenda Şerîetê ya Cebhet El-Nusra û avahiya şaredariyê jî wekî navenda Ehrar El-Şam bi kartînin. Her wiha sekvanên xwe li ser depoya avê û cihên bilind ên gund bi cih kirine.
Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra û hin tabûrên di bin banê Artêşa Azad de cih digrin êrîşî Kurdên li herêmên Girê Spî (Til Ebyed), Til Eran, Til Hasil dikin û komkujiyan pêk tînin, hêzên navnetewî û hêzên muxalefeta
Sûriyê beramberî van komkujiyan hîn bê dengin.
KOMÊN ÇEKDAR ÊRÎŞ DIKIN, REJÎM BOMBEBARAN DIKE
Wekî din taxa Şêxmeqsûd a Helebê yek ji taxên herî bi ewle bû, gelek welatiyên Helebê ji hemû pêkhateyan ji ber şer û pevçûnan xwe li vê taxê girtibûn, lê piştî ku artêşa Azad derbasî taxê bû rejîmê dest bi bombebaran taxê kir, bi hezaran welatiyên taxê koçber bûn.
Koma bi navê Lîwa Ensar El- Îslam ku girêdayî kesê bi navê Ehmed Adil Eso ye, di demên dawî de êrîşî bendên kontrolê yên hevbeş yên hêzên Asayişê û Artêşa Azad ên li taxa Şêxmeqsûd Şerqî dikin. Herî dawiyê heman komê êrîşî benda kontrolê ya li nêzî mizgefta El-Selam kirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bersiva van êrîşan dan û di encamê şer û pevçûn derketin, di dema pevçûnan de hêzên rejîmê jî deverên ku dibin kontrola YPG'ê de ne bombebaran kirin.
Derbarê mijarê de 2 roj beriya niha Femandariya Giştî yaYPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kiribû kukomên çekdar ên Ensar El-Îslam ku girêdayî Artêşa Azad e êrîş birine ser benda kontrolê ya hêzên Asayişê ya li taxa Şêxmeqsûd, li ser vê yekê hêzên YPG'ê jî ji bo ku alîkariya hêzên Asayişê bikin çûne cihê bûyerê. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku di encamê de bi dehan endamên koma êrîşkar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne, her wiha di pevçûnan de şervanê YPG'ê yê bi nasnav Egîd jiyana xwe jidest da û şervanê YPG'ê Nihad Şêhan piştî ku birîndar bû ji aliyê komên çekdar ve dîl hatiye girtin.
Femandariya Giştî yaYPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku wan bi alîkariya hêzên Asayişê operasiyon pêk anîne û di encamê cenazeyê şervanê YPG'ê Nîhad Şêhan li malekê li taxa şêxmeqsûd ku wek baregeha komên çeteyan dihate bikaranîn de dîtine.
Li taxa Şêxmeqsûd şerên di navbera YPG'ê û hêzên rejîmê yên ku dixwazin derbasî nava taxê bibin de dewam dikin.