Navenda Raghandinê ya YPG`ê, têkildarî êrîş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê ya ku li dijî xaka Rojava tê kirin, daxuyaniyek nivskî da. YPG`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş û binpêkirinên xwe yên li dijî xaka Rojava bê navber didomîne.
Navenda YPG`ê têkildarî êrîşan bi rêzê ve ev agahî parve kir:
“Di dîroka 13.2.2017`an saet 18.00`an de artêşa Tirk ji panzeran bêserûber gule li ser herêma gundê Zorava ya giredayî Tirbespiyê reşandin.
Heman şevê çeteyên girêdayî artêşa Tirk, bi topên obusan êriş birin ser welatiyên sivîl ên li gundên Til Cicen, Til Enab, Til Rifat û Şêx Îsa yên giredayî herêma Şehba dijîn.
Çeteyan bi awayekî hemwext bi topên obusan êrîş birin ser çeperên hêzên me yên nêzî gundê Belûnê ya Efrînê.
Di dîroka 14.2.2017`an, saet 07.00`an de artêşa Tirk çeperên hêzên me yên Zerbê ya girêdayî Tirbespiyê hedef kirin. Li dijî êrîşan jî, hêzên me bersiv dan û li herême şerekî dem kurt qewimî. Di derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirk de agahiyek zelal nehat bi dest xistin. Piştî şer artêşa Tirk vê carê bi topên hewanan êriş birin ser çeperên hêzên me yên Zorava ku dikeve nêzî Tirbespiyê.
Heman rojê di saet 13.00`an de artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî çeperên hêzên me yên Til Xatuniyê ya Tirbespiyê kirin.
Artêşa Tirk heman rojê li ser sînorên gundên Siftek, Ziyaret û Celoglû yên dikevin rojavayê Kobanê dest bi çêkirina rê kiriye.
Heman rojê saet di derdora 20.20`an de jî artêşa Tirk bi helîkopteran êrişe herêma Til Elo ya girêdayî Girkê Legê kirin. Helîkopterên artêşa Tirk 5 roket avetin herême û piştre jî ji herême dûr ketin.
Heman şevê çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi tangan, bi topên hawanan û çekên giran êrîş birin ser çeperên hêzên me yên gundê Maranez, Eyn Deqnê û Willa Qadi yên giredayî Efrînê.
Bi awayekî hemwext çeteyan gundê Hirbil, Um Hoş û Şêx Îsa jî hedef kirin û bi obus û hawanan topbaran kirin. Di encamê êrişên ku yekser gelê sivîl hedef kirin de ziyanên madî gihişt welatiyan.”