YPG: 17 çete hatin kuştin
YPG: 17 çete hatin kuştin
YPG: 17 çete hatin kuştin
Çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ ku didomin, li başûr û başûrêrojavayê Serêkaniyê jî operasyon didomin. Di şer û pevçûnên li Serêkaniyê û Kobanê 17 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandina YPG’ê encamên şerên li Kobanê û Serêkaniyê aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 68'an de dewam dike û got, “Wekî roja destpêkê bênavber hêzên me YPG/YPJ êrîş dibin ser çeteyên DAIŞ'ê û bi fedekariyek mezin Kobanê diparêzin.”
ENIYA ROJAVA
YPG’ê der barê şer û pevçûnan de ev agahî dan, “Duh bi şev li eniya rojhilat li Kolana Şaredariyê li hin nuqteyên çeteyan dagir kiribûn hêzên me êrîşek pêk anîn. Di encama êrîşê de 5 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
ENIYA BAŞÛR
Hêzên me li eniya başûr duh bi şev çalakiyek pêk anîn û di encama çalakiyê de kuştiyek çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya başûr-rojavayê bajêr hêzên me li dijî hedefên çeteyan duh bi roj û şev 2 êrîşên cuda li dar xistin. Di êrîşên li herêma Medcene de 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê bi topên hewanê êrîşî navenda bajêr û derdora wê dikin. Li dijî vê yekê jî hêzên me û pêşmerge bi êrîşên hewanê bersiv didin.
LI SERÊKANIYÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku pperasyona ku hêzên wan li başûr û başûr rojavayê Serêkaniyê dane destpêkirin dewam dike û got, “Di çarçoveya operasyonê de duh bi şev hêzên me di navbera gundên Menecir û Alya de li dijî komên çeteyan êrîşek pêk anîn.
Di vê êrîşê de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin û wesayîtek wan jî derb xwar. Herî kêm 3 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
3. Îro saet 11.30'an hêzên me 4 kîlometre li başûr-rojavayê Cezaa li gundê Qadisiyê Biçûk li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtek wan derb xwar û çeteyek hat kuştin.