YPG: 16 leşkerên rejima Sûriyeyê hatin kuştin
YPG: 16 leşkerên rejima Sûriyeyê hatin kuştin
YPG: 16 leşkerên rejima Sûriyeyê hatin kuştin
Di pevçûnên li taxa Şêxmeqsûd yên di navbera YPG û hêzên rejima Sûriyeyê de hêjmara kuştiyên hêzên rejimê giha 16’an.
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, hêzên rejima Baas ji herêmên benda kontrolê ya devera El-Ewarid û Mexselet El-Cezîrê êrîş kirin û hewldan bikevin taxa Şêxmeqsûd. Di encama bersivdayina şervanê YPG’ê de li devera El-Ewarid 10 leşkerên rejimê hatine kuştin.
Di seetên nîvro de Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku, pevçûnên dijwar di navbera yekîneyên wan ên li herêma Mexselet El-Cezîrê û devera El-Ewarid ên Şêxmeqsûd rû dane. Di pevçûnan de 6 leşker hatin kuştin û 1 birîndarbû.
Balefirên şer ên rejima Baas jî di heman demê de herêmên cûda ji taxa Eşrefiyê de bombebaran dikir.