YPG: 12 çete hatin kuştin, Şervanekî me şehîd bû
YPG: 12 çete hatin kuştin, Şervanekî me şehîd bû
YPG: 12 çete hatin kuştin, Şervanekî me şehîd bû
Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di "opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temirê " de 12 endamên komên çete hatine kuştin, her wiha gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. Navenda Çapemeniya YPG'ê destnîşan kir ku di operasyonê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe jidest daye.
Derbarê "Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temirê"de Navenda Çapemeniya YPG'ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê bi armanca paqijkirina herêmê ji komên çete ên hov û parastina ewlekariya sivîlan dest bi opersyona Tolhildana Şehîdên Til Temir kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyon bi tevlîbûna Tugaya YPG'ê ya çalakiyên taybet ku girêdayî fermandariya giştî û tabûrên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya (YPG) ya Hesekê duh di saetên êvarê de li herêma di navbera Hesekê û Til Temirê de dest pê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê rêya Til Bêder- Hesekê bi temamî ji komên çete paqij kirine û gundên Elwan û Mişêrfe rizgar kirine. Her wiha şervanên YPG'ê Navenda xwedîkirina mirîşkan, Mêvanxaneya Wezîr, navenda bêhnvedanê ya Layvstûn, Mesakin û Meslex ku komên çete wekî bargeh bikar tînin xistine destê xwe.
Di berdewama daxuyaniyê de hate ragîhandin ku komên çete yên di bajaroka Tiwêna de ne welatiyên sivîl wekî mertal bikar anîne û wiha hate domandin: "Ji ber metirsîna me ya li ser jiyana sivîlan, em heta niha ne ketine bajaroka Tiwêna. Me bajar bi tememî dorpêçkiriye. Em wê kar bikin bajar ku rizgarbikin bajêr bê yî ku ziyan bighêje welatiyên sivîl pêk were."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama operasyonê de 12 endamên komên çete hatine kuştin, her wiha hinek çek û çebilxane hatine destserkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyan de şervanekî YPG'ê jiyana xwe jidest daye.
Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku operasyon heta herêm ji komên çete bi temamî bê paqijkirin dê berdewam bike.