YPG: 12 çete hatin kuştin
YPG: 12 çete hatin kuştin
YPG: 12 çete hatin kuştin
Çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin. Li eniyên rojhilat û başûr, herî kêm 12 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 72'an de dewam dikin û da zanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedanek bi heybet dîrokê dinivîsînin û li dijî komên çeteyan çalakiyan li dar dixin.
Navendê diyar kir ku komên çete yên nikarin li dijî hêzên YPG/YPJ'ê bi ser bikevin, bi topên hawanê yên li dijî bajêr dixwazin encaman bi dest bixin û ev agahî da:
"Duh bi şev li eniya rojhilat li çend nuqteyên cuda şerê dem kurt qewimî. Di vî şerî de 8 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin û 4 çete jî birîndar bûn.
Li eniya başûr jî hêzên me li dijî nuqteya ku çeteyan dagirkiribû çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin."