YNK: Girtina deriyê sînor ne biryara hikûmetê ye
YNK: Girtina deriyê sînor ne biryara hikûmetê ye
YNK: Girtina deriyê sînor ne biryara hikûmetê ye
Berdevkê Komîteya Navendî ya YNK’ê Ebdulrezak Feylî bertek nîşanê girtina deriyê sînor ya yê bi Rojavayê Kurdistanê re ya rayedarên Herêma Federal a kurdistanê da û diyar kir ku ev biryar ji aliyê hikûmetê ve nehatiye girtin.
Ji 19’ê Gulanê heta niha deriyê sînor yê Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistan û Başûrê de girtiye. Rayedarên herêmî diyar kir ku girtin ji ber sedemeke teknîkî pêk tê û ev biryar jî ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve wek biryareke siyasî tê dîtin. Di 18’ê Gulanê de 74 kes ku xwestin sînor bi awayekî kaçax derbas bikin û bi îdiaya jia liyê pêşmergeyên KDP’ê ve perwerdehiya çekdarî dibînin ji aliyê hêzên Asayîşa rojavayê Kurdistanê ve hatibûn girtin. Rojek piştî wê deriyê sînor hat girtin. Ev kesên kut ê gotin endamên El Partîne piştî lêpirsîna wan hatibûn berdan.
Nûnerên YNK’ê da zanîn ku der barê girtina sînor de di destê wan de belgeyeke fermî nîne û got ew naxwazin li tu derê cîhanê derî bên girtin.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê Feylî gotiye ev dê demborî be û gotiye ev ne biryareke hikûmetê ye û biryarek wiha agadiyan wan tune. Feyli got divê derî demildest vebin.