YJK-E'yê li dijî êrişa faşîst a li Hanaûyê banga meşê kir

YJK-E'yê piştî êrişa faşîst a li Hanaû'yê bal kişand ser berpirsyariya hikumeta Elman. Ji bo meşê jî bang kir.

Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanyayê (YJK-E), têkildarî êrişa faşîst a li bajarê Hanaû yê Elmanyayê ku 9 kes hatin qetilkirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Doh êvarê di êrişa faşîst de ya li Hanaû, 9 kesî jiyana xwe ji dest dan ku Kurd jî di nav de hene. Ev êrişa faşîst a rastgir ku di nava sala dawî de cara sêyemîn de tê kirin, nîşan dide ku faşîzma li Elmanyayê di nava rêxistinbûneke sê alî de ye, ku aliyekî xwe di nava dewletê de ye, aliyek organîzeyî ye û aliyekî şexsî ye."

'DEWLETA ELMAN BERPIRSYAR E'

TJK-E'yê diyar kir, ku pênasekirina vê êrîşa faşîst weke çalakiyeke şexsî, nirxumandina rêxistiniya vê îdeolojiya faşîst e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de dewleta Elman, polîtîka û gotinên ku koçberan bi taybetî Kurdan krîmînalîze dikin, ji êrişa faşîst a li Hanaûyê berpirsyar e. Dewlet û hikumeta Elman, li şûna ku giraniyê bidin ser faktorên dibin sedema faşîzma rastgir, bi ser hêzên çep û mûxalîf ve diçe. Ev polîtîkaya zordar sedem û berpirsyara wê yekê ye ku hêzên ewlekariyê heta niha kujerê li Hanaû tespît nekiriye.

'EM XWEPARASTINÊ Û TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Em ê nehêlin ku faşîzm di nava vê civakê de roj bi roj xurt bibe, asayî bibe û zarokên me ji me bistîne. Em; jinên Kurd wê li dijî vî rengê faşîst ê modern ê sîstema kapîtalîst û dewletan li vir û li her deverê li ber xwe bidin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku li dijî hovîtiya li Hanaûyê tevlî çalakiyan bibin; li dijî faşîzmê xweparastinê û têkoşînê mezin bikin.

BANGA JI BO MEŞÊ

Em bang li Kurdistaniyan hemûyan dikin ku ji îro û pê ve tevlî çalakiyên li her devera Elmanyayê û meşa têkoşîna li dijî faşîzmê ya li Hanaûyê bibin."

Di daxuyaniya YJK-E'yê de li ser meşê ev agahî hatin parvekirin:

"Cih: Hanau
Adres: Paulskirche
Saet: 18:00."