YJA: Ji bo kesên ku piştgiriyê didin kuştina jinan bêjin ‘denga min nîne’!

YJA: Ji bo kesên ku piştgiriyê didin kuştina jinan bêjin ‘denga min nîne’!

Koordînasyona YJA’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê di 7 salên dawî de 4 hezar û 190 jin hatine qetilkirin û diyar kir ku kesên li dijî qetilkirînê temaşevan bimînin bi kujeran re yekin. YJA’yê bang li jinan kir ku bila bi şîara ‘Ji bo kesên ku şîdeta li ser jinê ranawestîne û piştgiriyê dide qetilkirinan dengên me tune ne’  AKP ya ku kujerên jinan diparêzin ji desthilatdariyê bixînin.

Di daxuyaniya YJA’yê de wiha hate gotin: “Em berwedana xwişkên bi navê Parîa, Mînerva û Marîa Mîrabel ku di 25’ê mijdara 1960’î de dema li Komara Domînîk li dijî dîktatoriya Tujîllo têkoşîn dimeşand hatin qetilkirin, di 53’emîn salvegera wan de silav dikin. Em têkoşîna wan ya  jiyan û cîhaneke bê şîdet bi afirînin, dê bilintir bikin.  Bi hedefa ku her cureyê şîdetê ya li hemberî jinê ji holê bê rakirin têkoşîna me dê bidome. Em di vê esasê de soza xwe ya bo hemû kesên di vê rê de têkoşînê didin û dixebitin careke din nû dikin. Em hemû jinên ku di vê rê de şehîd ketine, bi rêzdariyeke mezin silav dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pergala serdest ya mêr di her qada jiyanê de şîdet kiriye meriyetê û wiha pêde çûn: “Di her sedemê de vê pergalê ev pêkanîn rewa kiriye, lê her tim ji bo veşêre hinek tişt  kirine hincet. Di hinek serdeman de kirine pîrebuk, di hinek serdeman de  kirina namûs-kevneşopî, di serdema me de jî bûne çîrokên evîndariya sexte û lîberalîzm.  Jin ya li ser navê ol an jî li ser nirxên çandî an jî li ser hezkirinê  her bûye sedema hedefa şîdetê.  Şîdeta li ser jinan di pergala serdest ya mêr de her tim hebû. Ger îro bi rastî tê xwestin ku ev krîza sereke yanî qirkirina civakê bê rawestin divê şîdeta li ser jinê teqez bi dawî be.

LI DIJÎ ŞÎDETÊ PÊNGAVA YEKEMÎN HÊZA RÊXISTINKIRÎ

YJA’yê ji bo têkoşîna li dijî  şîdetê ev bang kir:

Em wek tevgera Jinan a Kurd ku 40 sale li dijî  şerê ku şîdeta bi rêxistin kiriye û li dijî  artêşbûna jin, tecrubeyên partîbûna jinê û civaka kurd tê meşandin dibêjin ku;

-Li dijî vê şîdeta ku li her qadê jiyanê tê meşandin de di serî de divê em berxwedana zîhnî biafiranîn û bi rêxistin bikin.

-Em bi hişmendî û bi hêza ku bi jinan re hişyar bûye re vê şîdetê ji holê rabikin. Ji bo vê jî divê em ji hinek tiştên kronîk rizgar bibin û hêza xwe ya guherîn û rexnekirinê rêxistin bikin.

YÊN KU TEMAŞEVAN DIMÎNIN JÎ BI KUJERAN RE YEK IN

-Ji bo me jinan ya esas hêza rêxistinkiriye. Divê em qadên xwe yên çalakî û fikra alternatîf bi afirînin.

-Em ji bo ku eniya têkoşînê ya ku şîdetê ji holê rabike berfireh bikin divê her cureyê şîdetê ya civak pêre rû bi rû tên, bidin xuyakirin. Em vê pergala serdest ya mêr ku her aliyê civakê qetil dikin deşîfre bikin.

-di dema hikûmeta AKP’ê de di 7 salan de di navbera 2005-2011’an de 4 hezar û 190 jin hatine qetil kirin û her roj tên qetikirin. Yê ku van qetilkirinan temaşe dikin bi kujeran re yekin.  Bi şîara ‘Ji bo kesên ku şîdeta li ser jinê ranawestîne û piştgiriyê dide qetilkirinan dengên me tune ne’  AKP ya ku kujerên jinan diparêzin ji desthilatdariyê bixînin.

-Di 25’ê Mijdarê de em têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin û bila her tim bidome.