YJA: Hilbijartinên herêmî ji bo jinan jî referandûm e
YJA: Hilbijartinên herêmî ji bo jinan jî referandûm e
YJA: Hilbijartinên herêmî ji bo jinan jî referandûm e
YJA'yê da xuyakirin ku siyaseta demokratîk ji cih ve bi destê jinê dikare were meşandin û destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî yên 2014'an ji bo jinan mîna referandûmê ye. YJA'yê bang li jinên Kurd, rêxistinên jinan û hêzên demokratîk kir ku di xebatên hilbijartinê de bibin yek û bi ruhekî mezin ê seferberiyê beşdar bibin.
Koordînasyona YJA di daxuyaniya xwe ya li ser hilbijartinên herêmî yên 2014'an de, vîna demokratîk a gel di pêşhilbijartinan de nîşan daye silav kir û ji hemû namzetên jin ên serlêdan kirine, spas kir. Li hin cihên ku weke cihên kotaya jinê hatin destnîşankirin, namzetên jin ên bi pêşhilbijartinan hatine hilbijartin pîroz kir.
YJA diyar ki rku jinên Kurd di têkoşîna zêdeyî 35 salan de destketiyên mezin qezenç kirine û destnîşan kir ku hemû nirxên hatine afirandin, ancax bi pêkanîna civakiyîna jinê dikarin werin parastin û mayîndekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Civakiyîna demokratîk, ancax bi sazîbûyîn û rêxistinbûyînên demokratîk ên bi bingeha jinê, gengaz e. Jina ku xwe li ser bingeha pîvana rêveberiye cewherî di rêveberiyên herêmî de birêxistin kiriye, dê feraseta şaredarvaniya azad biafirîne û di serî de hikûmeta AKP dê bi hêzeke mezin ji hemû sazî û zîhniyetên desthilatdarperest, zayendîperest, neteweperest û yek mejî, hesab bipirse."
HILBIJARTINÊN HERÊMÎ JI BO JINAN JÎ REFERANDÛMEKE
YJA di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî yên 2014'an bi qasî gelê Kurd ji bo jinan jî tê wateya referandûmê û got, "Tevahiya jin û gelê me, dê bi vîna azad û demokratîk û rêxistinbûyîna xwe re, hemû saziyên mêtîngeriyê yên li Kurdistanê bi hilbijartinê ji axa xwe derxînin. Dê erdnîgariya Kurdistanê ji hemû reng û dengên dijber rizgar bikin û bê li cewher, reng û dengê xwe yê rastîn vegerîne. Bi pêşengiya civakihiya jinê ya li ser bingeha perspektîfa 'Bi xwe çê bike, bi xwe ava bike', dê civakihiya demokratîk pêk were.
Bidestxistina serketinên stratejîk ên jinê, bi sazîbûyîneke mayînde ya li qada polîtîk, gengaz e. Ji ber vê yekê, di hilbijartinên rêveberiya herêmî de, beyana azadiyê û destnîşankirina vîna wê ya rêxistinkirî, ji bo me jinên Kurd sedema hebûn û rizgariyê ye."
SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ MODELA RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK E
YJA da zanîn ku sîstema hevserokatiyê, dê têkiliya li ser bingeha desthilatdarî û zayendîperestiyê ji holê rake û got, "Sîstema hevserokatiyê, ji bo jin û mêr zanyarî û vîna demokratîk qezenç bikin qadeke girîng e. Bi modela rêveberiya demokratîk re ji bo demokratîkbûyîna civakê sazîbûyîneke girîng e. Weke jinê Kurd, di warê pêşxistina rêveberiya cewherî de em gihaştine asteke girîng. Ya girîng, ev asta ku hatiye qezençkirin li qada civakî veguhere wateyeke xurtir yanî civakî bibe."
SIYASETA DEMOKRATÎK JI CIH VE DIBE
YJA'yê ragihand ku armanca bingehîn a siyaseta demokratîk afirandina civaka demokratîk e û anî ziman ku divê jin jî ji cih ve dest bi siyasetê bikin, bi rêbazeke ku tevahiya civakê hembêz bike li her qadê nîqaş û rêxistinbûyînên hevpar biafirînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Jin eger vê bi ser bixîne dê siyasetê ji bindestiya desthilatdarperest-dewletperestiya sîstema şaristaniyê rizgar bike û li nava civakê belav bike. Ji ber ku siyaseta demokratîk xwe dispêre rêveberiya cewherî, vîna cewherî û rêxistinbûyîna cewherî, jinên Kurd ê li dijî hemû rêxistin û sazîbûyînên sîstema dewletperestiyê rawestin û bi vî rengî di hilbijartinan de hêzeke mezin nîşan bidin. Bi vî awayî weke yek ji hêzên bingehîn ên mûxalefeta civakî, dê xwe veguherîne garantiya jiyana azad."
YJA'yê herî dawî ev bang li jinan kir:
"Em bawerim ku dê hemû jin li ser bingeha perspektîfa 'Rêberê Azad, Civaka Azad, Pêşeroja Azad' dest bi xebatên hilbijartinê bikin û careke din li ser navê jinê, li ser navê civakê û li ser navê dîrokê vîna demokratîk û azad nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên Kurd, rêxistinên jinan û hêzên demokratîk dikin ku di xebatên hilbijartinê de bibin yek û bi ruhekî mezin ê seferberiyê bi erk û wezîfeyên xwe rabin."