YJA: Hedefa koçberiyê parçekirin û ji hêzê xistine

YJA: Hedefa koçberiyê parçekirin û ji hêzê xistine

Rêxistina Jinan YJA’yê diyar kir ku bi polîtîkaya koçberiyê re hewl didin têkoşîna Rojavayê Kurdistanê parçe bikin û hewl didin kurdan ji wir derxînin û çeteyan li wir bicih bikin. YJA’yê  wiha bang li jinan kir: “Jin welatparêziye, girêdayîna axê ye, xwedîderketina li axê û welatparêziyê ye.

Koordînasyona YJA’yê  daxuyaniyek da û ev du sale gelê Rojava rastî êrîşan tên û gel bi her awayî li dijî vê têdikoşe û şerê hebûnê dide. YJA da zanîn ku serhildana gelê Rojhilata Navîn a bo demokrasî, wekhevî û azadiyê rastî mudaxaleya hêzên derve hatiye.

YJA’yê wiha got: “Şoreşên ji aliyê gel ve hatin destpêkirin, veguherî encamên nebaş. Bi taybeti di serhildanan de jinên ji bo azadiya xwe rola aktîf lîstin, bi encamên dijwar re rû bi ru hatin. Rojhilata Navîn ya ku cihê vejîna mirovahiyê ye, veguheriye goristanê.

ŞOREŞA ROJAVA JI ROJA DESTPÊKÊ HETA NIHA BÛYE HEDEF

YJA’yê da zanîn ku hewl tê dayîn ku têkoşîna Rojava têk bibin û got: “Ji destpêka pêvajoya berxwedanê heta niha, bi her awayî êrîşê gel kirine û xwestine têkoşînê têk bibin. Gelê me yê Rojava ji 7’an heta 70’ê  li dijî van komkujiyan rawestiyaye û ji bo axa xwe bi sedan şehîd dane. Ji ber ku ev bo gelê me yê Rojava gelek girînge. Ev şer, şerê hebûna gelê m ye.

Pergala mêtînger nasnameya dewleta xwe jî layîqê gelê Rojava nedît. Ji ber vê Gelê Rojava bi dil û can bo nasnameya xwe şer meşand. Bi bedelên ku dan qezencên girîng bidestxistin.

Lê hêzên derve yên û hevkarên wan yên Rojhilata Navîn ev qebûl nekirin û plan kirin. Çete bi rêxistin kirin û ji bo hebûna gelê me tune bikin serî li rêbazan dan.  Ev planan yekê jî encam neda û niha jî hewl didin Rojava vala bikin. Li gelê me koçberiyê ferz dikin. Hewl didin herêmê vala bikin û çeteyên xwe bicih bikin. Em ban li hemû gelê kurd dikin ku li dijî polîtîkaya koçberiyê raweste.

Gelê kurd bi salane hatiye qetilkirin, birçî hatiye hiştin. Lê axa xwe terk nekiriye. Li ser axa xwe şer kiriye, têkoşîn daye. Divê gelê me îro jî neyê lîstikên dijmin û axa xwe terk neke.

HEDEF PARÇEKIRINE

YJA’yê bi berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jin welatparêziye, bi axê ve girêdayîne, xwedî li welatparêziya xwe derketine. Em bang li jnan dikin divê xwedî li ax û welatparêziya xwe derkevin. Hedef eve ku gel bê parçekirin, divê gelê me hişyar be. Divê gelê me bi van polîtîkayên qirêj bawer neke. Em bang li hemû gelê xwe dikinku di nava berxwedanê de cihbigirin.”