Pîrozbahiya 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a ku wê li gundê Amarayê yê bi ser Xelfetiyê bihata li dar xistin, ji aliyê walîtîyê ve hate qedexe kirin. Parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Acar Başaran, Leyla Bîrlîk, Sîbel Yigitalp, Saadet Becerîklî, Îbrahîm Ayhan, Nadir Yildirim, Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Mehmet Aslan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî tê de gelek kesan li ber Rêxistina Navçeyê ya DBP’ê ya Xelfetiyê daxuyanî dan. Polîsan qada daxuyaniyê xistin bin ablûqayê û gelek TOMA û wesayîtên binçavkirinê jî li wir dan sekinandin.
YILDIRIM: EM Ê ABLÛQAYAN HILWEŞÎNIN
Parlementer Nadir Yildirim diyar kir ku, bi salan em rojbûna Ocalan pîroz dikin. Yildirim diyar kir ku, rojbûna Ocalan ne bi tenê wekî ya Ocalan, em wekî rojbûna gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dinirxînin û got, “Em wekî azadiya gelê Kurd dibînin, em ji bo azadiya gelê Kurd wekî rojeke nû ya destpêkê dibînin. Bi rojan e mirov ji bo biçin Amarayê derketin ser riyan, lê nehiştin ku mirov werin Amarayê. Ligel hemû astengkirinan gelê me hatin Xelfetiyê. 4’ê Nîsanê pîroz be, li hemû gelê me pîroz be. Çi dibe bila bibe em ê ablûqayan hilweşînin, em ê bi milyonan azadiya xwe pîroz bikin.”
‘ÊM Ê TEQEZ AZADIYA XWE BI DEST BIXIN’
Yildirim got ku, em jî tê de nehiştin kes herin gund û got, “Bi tiştên anîn serê Şirnex, Sûr, Cizîrê qanih nebûn, lê di Newroza 2017'an gel bersiva wan da. Gelê ku xwest were Amarayê rastî astengiyên leşkeran hatin. Leşkeran welatî asteng kirin. Lê nikarin hezkirina Ocalan ji dilê gel derxin. Gelê me nikaribûn biçin gund pîroz bikin, lê mirovan li gund, navçe û li her derê pîroz kirin.”
Yildirim diyar kir ku, felsefeya Ocalan li Rojhilata Navîn riya azadiyê vedike û got, “Ji ber vê yekê hêzên serdest pir ditirsin, zextan zêde dikin. Ji bo dengê wî bibirin, tecrîdê kûr dikin. Lê wê nikaribin bi ser bikevin. Li gel her tiştî gel di Newrozê de dengê xwe bilind kir û qedexe û zext nas nekir. Gel wê di 16'ê Nîsanê de jî dengê xwe bilind bike û bi Komara Tirkiyeyê bide qebûlkirin. Civakeke bê Rêbertî nikare demeke dirêj bimeşe. Em ê teqez azadiya xwe bi dest bixin.”
BECERÎKLÎ BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA
Parlamentera Êlihê Saadet Becerîklî jî bal bir ser tecrîda li ser Ocalan û got, “ Gelê Kurd di her 4'ê Nîsanê de rojbûna rêzdar Abdûllah Ocalan pîroz dike. Tecrîda du salan a li ser Rêzdar Ocalan gelê me xemgîn dike. Ji bo pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê bi pêşengiya jinan gelek mirov xwestin werin Amarayê. Lê ji ber astengiyên li ser rê mirov nekarîn werin Amarayê, parlementer jî nexistin Amarayê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.