Yildirim, Erdogan li derewê qeliband
Yildirim, Serokkomarê Tirk Erdogan ku gotî, 'bi Îranê re em diçine sefera Qendîlê' li derewê qeliband.
Yildirim, Serokkomarê Tirk Erdogan ku gotî, 'bi Îranê re em diçine sefera Qendîlê' li derewê qeliband.
Piştî serdena Generela Giştî yê Sererkaniya Îranê Muhammed Bakirî ya Tirkiyê Erdogan gotibû ‘em ê bi Îranê re biçine sefera Qendîlê’, Serokwezîrê Tirk Yildirim Erdogan li derewê qeliband.
YILDIRIM: TIŞTEKÎ WIHA NÎN E
Yildirim dema ku ji Vîetnamê vegeriya, di balafirê de bersiv da pirsên nûçegihanan. Derbarê operasyona li gel Îranê ya li dijî Qendîlê got, "Di vê babetê de Îranê daxuyanî da. Dibêje, ‘’teqez e ku em destûrê nadin PKK li nav xaka me be’’. Diyar kirin, ti biryar nedane ku li derveyî xaka xwe operasyoneke hevpar bidin."
Yildirim li ser daxuyaniyên Erdogan ku tevgera dagirkeriyê ya bi navê ‘Mertala Firatê’ wê Efrînê ji xwe re bike hedef jî got, ‘’Mirov bi daholê û zirnê operasyonê nabe ser deverekê. Amadekariyên wê yên taktîk û pêvajoya wê ya planê heye. Divê şert bikemilin. Hevdîtinên navnetewî dibin. Ji bo mirov bikeve nav xaka welatekî dî divê hevdîtinên navnetewî bibin, zemîna hiqûqî divê hebe û sedemeke meşrû hebe.’’
ERDOGAN GOTIBÛ ‘EM Ê BI ÎRANÊ RE BIÇINE SEFERÊ’
Erdogan derbarê ‘operasyona hevpar a Îranê û Tirkiyê ya bi ser Qendîlê de’ beriya serdena Urdunê axivîbû û gotibû, "Di vê serdanê de, em xwediyê heman sînoran û heman baweriyê ne, li dijî van rêxistinên terorê ku bûne gef, di rojevê de ye ku bi Îranê re em tevgereke hevpar bikin. Em li ser van hemûyan axivîn. Xebat wê bidomin. Ji ber ku hûn lingê rêxistina terorîst a PKK’ê dizanin, PJAK e. Ev tim ziyanê didine me jî û Îranê jî. Ev gef, heke ev du welata hevkariya hev bikin, bi fikra ku di demeke kurt de encamek jê derkeve em hin xebatan dikin, em ê bikin."
KODARÊ DENGÊ XWE LI ÎRANÊ KIRIBÛ
Derbarê van îdiayan Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan gotibû, ‘’Şerekî ku wê dest pê bike wê ne bi asta 2011’an be. Ev ê şerekî pirhêl be. Gelek hêz li benda şerekî wiha ne. Kemîn danîne û li bendê ne.’’
ÎRANÊ GOTIBÛ PLANEKE ME YA WIHA NÎN E
Navenda Hêzê Bejahiyê ya Pastarên Îranê piştre daxuyanî dabû û gotibû, "Ti bernameya me ya ji bo derî sînor nîn e. Lê weke ku me berê jî gotî, li dijî her cure êrîşên ku li ser xaka me tê xwestin ku çalakî çalakiyê bikin wê bersiva me giran be."