Yeter Gultekîn: Kevneşopiya qetilkirinê ya pergalê didome
Hevsera Ozan-Helbestvan Hasret Gultekîn, Yeter Gultekîn got: "Ew xwedî li kujerên xwe derketin, divê em jî xwedî li bêgunehên xwe derkevin. Em ê wê dîroka ku kujeran nivîsandine, sererast bikin."
ZEYNEP KÛRAY / ANF
STENBOL
pêncşem, 2 tîrmehê 2015, 10:59
Hevsera Ozan-Helbestvan Hasret Gultekîn, Yeter Gultekîn got: "Ew xwedî li kujerên xwe derketin, divê em jî xwedî li bêgunehên xwe derkevin. Em ê wê dîroka ku kujeran nivîsandine, sererast bikin. Eger pêwîst bike em ê dîsa berdêlan bidin."
Yeter Gultekîn dema komkujiya Sêwasê rû da, li Elmanyayê bû. Ji ber ducanîbû, nekarî bi hevserê xwe Hasret Gultekîn re biçe Sêwasê. Agahiya qetilkirina hevserê xwe yê 22 salî ji televîzyonê girt. Gultekîn her sal di 2’ê Tîrmehê de diçe Otela Madimakê û diyar dike ku ew agir ev 22 sal in hînê venemiriye.
'DEWLET HEMÛ KESÊN SERÎ NATEWÎNE TINE DIKE'
Gultekîn ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku dîroka Tirkiyeyê dîrokeke bi komkujî û qetilkirinan dagirtiye. Gultekîn da xuyakirin ku hemû kesên li dijî zilm, faşîzmê serî netewand, ji aliyê dewletê ve hatin tinekirin û got: "Ji Sabahattîn Alî heta Mûsa Anteran, ji Hrant Dînk heta Roboskê û Geziyê her çiqas hikûmet biguherin jî, pergala qetilkirinê neguheriye."
'ZIHNIYETA CUDAXWAZ DI HILBIJARTINAN DE TÊK ÇÛ'
Gultekîn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku dewlet bi salane Kurd û Elewiyên dixwazin bi nasnameya xwe bijîn qetil dike û wiha berdewam kir: "Terora xwe, bi kesên ku li dijî wan derdikeve wek terorîst îlan dikin, vedişêre. Hinek alî bi vê derewa dewletê bawer kirin. Lê îro hemû kes şiyar bûn. Li rojavayê Tirkiyeyê ev bi Geziyê şiyar bû. Bi serhildana Hezîranê re ev şikest. Gel yekem car li dijî zilma dewletê sekinî. Piştî sala 80’ê ev yekem serhildan û berxwedana xwezayî bû. Ji ber vê gelek girîng e. Zîhniyeta cudaxwaz jî di vê hilbijartinê de têk çû."
Gultekîn di dawiya axaftina xwe de got: "Dosyaya Komkujiya Sêwasê vebibe jî ez bi edeleta vî welatî bawer nakim. Em ji pergala wan ji xwe edeletê napên. Em naxwazin komkujiyên weke Sêwasê pêk bên. Ji bo min ya girîng ne eve ku kujer çend salan razên, ya girîng hukm xwarine. Em têdikoşin ku li sîcîla kujer kujer bê nivîsin. Ew çawa li kujerên xwe derketin, divê em jî xwedî li bêgunehên xwe derkevin. Em ê dîroka ku kujeran nivîsiye rast binivîsin. Eger hewce be em ê berdêlan bidin, lê dest jê bernedin."