Yenî Ozgur Polîtîka ji bo pîrozbahiya sala 10. banga tevlîbûnê dike

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, ku rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê radigihîne Ewropayê, wê bi şeveke piştgiriyê 10. salvegera damezrandina xwe pîroz bike.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, wê sibe li bajarê Eîch/Rheînhessenê yê Elmanyayê pîrozbahiyekê lidar bixe û banga tevlîbûnê li hemû xwendevan û dostên xwe yên li Ewropayê kir.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku 16’ê Çile 2006’an de li bajarê Neu-Însburge ava bû û ji wê rojê ve rojeva Kurdistanê û Tirkiyeyê digihînê gelek welatên Ewropayê. Rojname li bajarê Eîch/Rheînhessenê yê Elmanyayê ji bo piştgiriyê pîrozbahiyê lidar dixe.
 
Di pîrozbahiyê de wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê  Fîgen Yuksekdag û nivîskarê Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka yê Ahmet Kahramanê baxivin. Her wiha wê wiha Grup Abdal ( Haluk, Tolga, Îlgan), Ozlem Baglayan, Cîhan Çelîk û Sosin derkevin ser dikê û bistirên.

Adressa cihê pîrozbahiyê ev e: Im Waeldchen 1 / 61575 / Eich/Rheinhessen