Yên li Emînunu û Bakirkoyê hatin destgîrkirin sewqî edliyeyê kirin

Yên li Emînunu û Bakirkoyê ji bo xwedî li berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatibû destgîrkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.

Yên ji bo xwedî li berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirine, roja Pênşemê li pêşiya Girtîgeha Pakirkoy û roja înê li pêşiya Mizgefta Emînunu hatibûn destgîrkirin, ji bo girtinê sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin.

Di nava dayikên hatine destgîrkirin de rojnamevan Zeynep Kûray û Parêzer Arzû Eylem ên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a 1.5.6 kirin hene. Hemû kesên hatine destgîrkirin bi sûcê ‘muxalefetkirina civîn, meş û xwepêşandanan’, ‘Tevlîbûna xwepêşandanan’, ‘Pesindayîna sûc û sûcdaran’ û ‘Alîkarîkirina rêxistina bi çek’ tên sûcdarkirin.

 ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ WÊ BIDOME’

Li ser rewşê Parêzer Sînan Zincîr ji ANF’ê re axivî û got: “Yên ku tehmûla daxwazekî wijdanî yên dayikan nakin, dayikên aştiyê yên xavik spî ku li ser fermana dozger li pêşiya Gebze û Bakirkoyê ku destgîrkirin û ji bo daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirine. Ev jî tirsa desthilatê ya li hember dayikan dide nîşandan. Niha jî dayikên me yên li qadê hene, ji berxwedanê berê xwe dane vir. Wê sibe jî li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Bi girtina dayikan ji doza wan a bi maf gav bi şûnde nade avêtin. Hemû cîhanê hêza berxwedanê ya dayikan dît. Ji vê aciz bûn. Di van rojên Remezanê de roja dayikan, dayik destgîrkirin. Ev bê wijdanî ye. Mafê tu kesê ya vê kirinê nîne. Li dijî vê bêhiqûqiyê em ê hemû rêyên hiqûqî bikar bînin.”

TANRIKÛLÛ: EV BERXWEDANA DAYIKAN JI BO ZAROKÊN WAN IN.

Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî anî ziman ku eger hiqûq li girtîgehan pêk bihata ne grevên birçîbûnê, ne rojiya mirinê û ne jî dayik ji bo zarokên xwe di keti nava şer de. Tanrikûlû got: “Ev berxwedana dayikan ji bo zarokên wan in. Destgîrkirin û daxwaza girtinê ya dayikan bê hiqûqî ye.”