Yên hewl dan ji Îzmîrê biçin Teroyan hatin astengkirin
Otobusa nûnerên Elewî yên ji bo pişgiriya berxwedana Teroyan ji Îzmîrê derket rê, hate girêdan.
Otobusa nûnerên Elewî yên ji bo pişgiriya berxwedana Teroyan ji Îzmîrê derket rê, hate girêdan.
Otobusa nûnerên Elewî yên ji bo pişgiriya berxwedana Teroyan ji Îzmîrê derket rê, hate girêdan.
Wesayîta nûnerên saziyên Elewiyan ku ji bo piştgiriya Elewiyên li hember kampa AFAD’ê ya li herêma Teroyan a Gurgumê li ber xwe didin, derketin rê hate desteserkirin. Otobusa ku ji ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Konakê wê biketa nav tevgerê, ji aliyê polîsan hate rawestandin. Polîsan destpêkê kontrola nasnameyan kirin, piştre jî logoya şîrketa tûrîzmê kirin hincet û otobus girêdan.
Di dema xebatên girêdanê de polîsekî trafîkê hat gel ajokar û wiha gef li xwe xwar: “Gurgum Qedexe ye.”
Rawestandina komê dewam dike, tê payîn ku bi wesayîteke din ve ber bi Gurgumê bikevin rê.