Yekîtiya Star: Jin ji bo jiyan û pêşerojeke azad têdikoşin

Yekîtiya Star: Jin ji bo jiyan û pêşerojeke azad têdikoşin

Koordînasyona Yekîtiya Star bang li hemû rêxistinên mirovî bi taybet ên jinan kir da ku têkoşîna xwe li hemberî hişmendiya sîstema baviksalariyê ya desthilatdar bilind bikin. Her wiha banga yekîtiya tekoşînê ji bo azadiya jin û civakê bi dirûşma “jin ji bo jiyan û pêşerojeke azad têdikoşin” li tevahî jinan kir.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Tundiya li hemberî jinan, Koordînasyona  Yekîtiya Star bi daxuyaniyekê tundiya li hemberî jinên cîhanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin. “Em roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hemberî Jinan bi bîr tînin, di sala 1960’î de di wê rojê de  her sê xwişkên Mîrabal çalakvanên siyasî ji bo mafên xwe di komara Domînîk de bistîne têdikoşîn û di encamê de li ser destê Dîktator Rafayêl Terxêlo hatin kuştin. Ji ber vê yekê komeleya navneteweyî di sala 1993’an de ev roj weke roja tekoşînê li dijî tundiya li hemberî jinan ragihandin. tevî vê yekê jî tundiya li hemberî jinan hê jî bi awayekî dijwar tê berdewamkirin.”

Di daxuyaniyê de wiha tê domandin: “Rojeke tenê ji bo tekoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan der heqê mafê jinan de kêmasiyek e. Pêwîst e hemû jinên cîhanê hemû rojên jiyana xwe bikin roja têkoşînê, cureya herî tund li dijî jinan, tundiya psîkolojîk e û ji aliyê hişmendiya sîstema baviksalariyê  ve tê bikaranîn. Niha li Sûriyeyê jî tundiya li hemberî jinan ji aliyê rêjîma Baasê û komên çekdar ve tê meşandin. Ev şerê ku li Sûriyeyê didome girêdana di navbera pêkhateyên civakê de tune dike û bûye sedema qirkirina çand, aborî û siyasetê. Her wiha li dijî jinan jî şerekî psîkolojîk û dijwar tê meşandin.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin: “Tevî ku jinên Rojhilata Navîn ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin, hemû zagonên van dewletên ku şoreş têde rabûne ji aliyên sîstemên haitne guhertin tu guhertineke cewherî ji bo parastina mafên jinan nehatine danîn. berûvajî vê yekê hemû kiryarên bê exlaqî li dijî jinan bi kar anîn  û rola wê di civakê de bi sînor û qedexe kirin û di van şer û pevçûnên li tevahî herêmê rû didin buhayê herî zêde jin didin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber bê rêxistinkirina jinan, li Şengalê jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî kiryarên herî hov hatin. Li Sûriyeyê jî ji ber zagonên hikûmeta Sûriyê jinên Rojava û Sûriyeyê rastî tundiyê tên. Jin rojane ji aliyê malbatê û civakê rastî tundiyê tên û mafê wan tên binpêkirin. Jinên Kurd bi pêşengtî cihê xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de girt. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe hemû zordariya ku ji aliyê sîstema baviksalariyê ve li ser jinan dihat meşandin  û zincîrên pê dihatin qeydkirin, qetandin û şikandin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastina nirxên jinan mînak e. Çalakiya fedayî ya têkoşer Arîn Mîrkan ku li dijî hêzên tarî û çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê li dar xistibû, ji hemû cîhanê re dide diyarkirin ku jinên kurd dikarin xwe biparêzin û civaka azad biafirînin.”

Di dawiya daxuyaniya Kordînasiyona Yekîtiya Star bang li hemû rêxistinên mirovî yên taybet bi jinan ku parastina mafê jinan dikin ku tekoşîna xwe li hemberî hişmendiya sîstema baviksalariyê bilind bikin. Her wiha banga yekîtiya tekoşînê ji bo azadiya jin û civakê bi dirûşma “Jin ji bo jiyan û pêşerojeke azad têdikoşin”  li tevahî jinan kir.