Yekitiya Hêzên Demokratîk êrîşên li hemberî Rojava şermezar kir
Yekitiya Hêzên Demokratîk êrîşên li hemberî Rojava şermezar kir
Yekitiya Hêzên Demokratîk êrîşên li hemberî Rojava şermezar kir
Yekitiya Hêza Demokratîk a Almanyayê hewldanên komkujiya li Rojava şermezar kir û ji malbata Îsa Huso ku di encama sûîkastekê de hat kuştin re sersaxî xwest.
Yekitiya Hêzên Demokratîk a Almanyayê (ADGP) daxuyaniyek nivîskî da û qetilkirina endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso şermezar kir.
ADGP’ê da zanîn ku hêzên tarî yên paramîlîter li hemberî gelê Rojava kul i ser axa xwe bi awayekî azad dijî êrîş pêk tînin û diyar kirin ku ew her tim cem gelê kurdin.
ADGP’ê da zanîn ku hikûmeta AKP’ê her cureyê piştgiriyê dide çeteyên li Sûriyeyê û bang kirin ku dest ji piştgiriya van çeteyan berdin.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha got: “Hêzên herêmî û global yên Sûriyeyê bi armanca berjewendiyên xwe herêm veguhertina qada agir. Pevçûnên mezhebî, ol û etnîk gur dikin û ev provakasyon fikara şer zêde dike. Em bang li rayagiştî dikin ku li dijî vê bi hestiyar tevbigerin.
Em wek Platfoma Hêzên Yekitiya Demokratîk ku ji netewên cuda yên Ewropayê ne, bang li hemû Rojhilata Navîn dikin ku dest bidin hev û di vê pêvajoyê dide di nava piştevaniyê de bibin xwedî helwest. Aştiyeke mayînde ancax bi vê pêkan be.”