Yekîtiya Hêzê: Têkoşîna hevpar şert e

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê diya rkir ku AKP-MHP ku li ber tinebûnê ne bi nîqaşa li ser darbeyê hewl dide girseya xwe li dora xwe bihêle. Yekîtiya Hêzê diyar kir, ku mûxalîf di hedefê de ne û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Li Tirkiyeyê her roj êrişeke nû dikeve rojevê. Qanûnên nû ku desthilatdariya AKP-MHP a faşîst rojane dixe meriyetê, zext û zordariyê li gel dikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hikumet bi van êrişên dijî mûxalefeta civakî dixwaze girseya xwe li dora xwe bihêle. Lewma her roj gavekê diavêje. Nîqaşa darbeyê ya dema dawî tê kirin vê yekê nîşan dide."

Yekîtiya Hêzê ragihand ku Erdogan li ser şopa Hîtler e û nerazîbûn nîşanî hedefnîşandana nivîskar Ragip Zarakolû da.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang li hêzên demokratîk ên li Ewropayê kir ku li dijî van êrişan helwestê nîşan bidin û di têkoşîneke hevpar de bibin yek.