Yekitiya Gaziyên Kurdistanê civîna xwe ya asayî pêk anî
Yekitiya Gaziyên Kurdistanê civîna xwe ya asayî pêk anî
Yekitiya Gaziyên Kurdistanê civîna xwe ya asayî pêk anî
Yekitiya Gaziyên Kurdistanê civîna xwe ya asayî di 22-23’ê tîrmehê de pêk anî. Ji çar parçeyên Kurdistanê bi giştî 55 delege tevli bûn û civîn du rojan bi rojevên siyasî, îdeolojîk û rêxistî berdewam kir.
Koordînasyona Yekitiya Gaziyên Kurdistanê der barê civîna xwe ya asayî de daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê hat gotin civîn bi tevlibûna 55 delegeyan pêk hatiye û got pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn demeke dîrokî dane destpêkirin. Di civînê de hat gotin ku pêngavaya yekemîn ji aliyê Tevgera Azadiya kurd ve bi serkeftî temam bûye.
Yekitiya Gaziyan got ji bo ku pêngava duyemîn serkeftî be divê AKP’ê pêngavê bavêje û wiha got: “Şertê me yê sereke eve ku serokatiya me ku mîmarê pêvajoyê divê şert û mercên wî yên pêvajoyê bimeşîne bê avakirin.nêzîkatiya li hemberî serokatiya me wek pîvan û niyeta li hemberî çareseriyê tê nirxandin. Di vê esasê de em dê mîsyona xwe zêdetir derxin pêş.
Di nirxandinên siyasî de berxwedan û şoreşa Rojava ku sala borî hat destpêkirin hat slavkirin. Her wiha rewşa hemû gaziyan hat nirxandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê hate gotin ku kêmasiyên dema borî hatine nirxandin û dê ji vir şûnde berpirsyariya xwe ya pêşengiyê zêdetir bînin.
Biryarên di civînê hatine girtine wiha ne:
Di çarçoveya paradîgmaya serokatiyê de, ji bo bi awayekî aktîf tevli pêvajoyê bibin û ji bo vê jî zemîneke têr a rêxistinî û îdelolojîk bê avakirin.
Ji bo ku bi zemîneke baştir peywirên pêvajoyê bên cih û di vê esasê de li hemberî hemû geşedanan amade bin divê giranî bidin perwerdehiyan û di vê çarçoveyê de li Navenda Yekitiya Gaziyên Kurdistanê dibistana Şehîd Dilgeş bê vekirin. Di dibistanê de jî giranî bidin dersên îdelolojîk, siyasî û teknîk.
Li ser navê yekitiya gaziyan bi awayekî aktîf tevli hamleyê bibin û çalakiyên xwe bidomînin.