Yekîtiya Ewropayê pêkanîn danî ser şîrketa Tirk

Yekîtiya Ewropayê biryar da ku pêkanînan deyne ser sê şîrketan ên ku ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Lîbyayê binpê kirine. Yek ji wan jî şîrketeke Tirk e.

Li gorî nûçeya AFP'ê, dîplomatên Ewropî ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê roja Duşemê pêkanîn daniye ser sê şîrketên ku ambargoya li ser Lîbyayê binpê kirine.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, yek ji şîrketên bûne hedef şîrketeke Tirk e û du şîrket jî yên Urdun û Kazakistanê ne.

Ev biryar roja Înê di asta sefîrên bilind de hatibû qebûlkirin. Biryar di civîna Wezîrên Karên Derve de ku li Brukselê pêk hat, hate pejirandin.

Dîplomatekî roja Înê daxuyanî da AFP'ê û got, "Pêkanîn nerm in, lê belê diyarker in. Ev yek hişyariyeke."

Di çarçoveya pêkanînan de wê mal û milkên şîrketên navborî yên li Yekîtiya Ewropayê bên rawestandin û nikaribin bi şîrketên Yekîtiya Ewropayê re têkiliyê deynin.

Yekîtiya Ewropayê ji bo çavdêrîkirina ambargoya Neteweyên Yekbûyî, operasyonek deryayî ya bi navê Îrînî dabû destpêkirin. Li gorî dîplomatan vê operasyonê gelek binpêkirinên Tirkiyeyê kiriye rapor.

Yek ji dîplomatên ku navê xwe eşkere nekir û got, "Ev binpêkirin derbê li pêvajoya siyasî ya ji bo dawîanîna li şerê Lîbyayê dixe."

Hate ragihandin ku belgeyên li ser binpêkirinan pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî hatine kirin. Tê gotin ku Neteweyên Yekbûyî jî dikare biryara pêkanînan werbigire.