Yekîtiya Ewropa 485 milyon Euroyên din dide rejîma Erdogan

Gef û şantaja Erdogan a ku bi rêya penaberan li Yekîtiya Ewropayê dixwe, careke din bi kêrî wî hat. Brukselê paketa alîkariyê ya ji 485 milyon Euroyî ji bo Enqereyê pejirand.

Piştî ku dewleta Tirk sala 2015'an payîzê sînorê xwe vekir û berê bi sed hezaran penaberî da Ewropayê, Yekîtiya Ewropa di Adara 2016'an de neçar mabû ku bi rejîma Erdogan re peymana penaberiyê îmze bike.

Li gorî vê peymanê ku bi pêşengiya Elmanyayê hate kirin, nêzî 3mi lyon penaberên ji Sûriye, Iraq û Efganistanê ber bi Ewropayê bi rê ketine wê li Tirkiyeyê bên hiştin, di berdêla vê de jî wê bi 6 milyar Euroyî pere bide rejîma Erdogan.

Di çarçoveya peymanê de ku heta niha nêzî 3.2 milyar Euro pere gihaştiye rejîma Erdogan, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê li ser paketeke din a alîkariyê biryar da. Çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê yên li Brukselê ragihandin ku ji bo pêwîstiyên civakî û tenduristiyê yên Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê paketa ji 485 milyon Euroyî ya ji bo Enqereyê hatiye pejirandin.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ CAREKE DIN SERÎ LI ŞANTAJÊ TEWAND

Di demekê de ku beriya şewba vîrûsa koronayê penaber ber bi deriyên sînor ên Yewnanistan û Bûlgaristanê hatin şandin û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan penaberan dike hincet ku pereyan ji Yekîtiya Ewropayê bistîne, ev biryar hate dayin.