Yekîtiya Ereban nerazîbûn nîşanî êrîşan da

Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Ereban nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê da.

Daîreya Çapemeniyê ya Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Ereban bi daxuyaniyeke nivîskî  nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kampa Mexmûrê û Şengalê da.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ahmed Ebû Gayt diyar kir ku Tirkiye bi hinceta şopandina PKK’ê li ser Başûrê Kurdistanê operasyoneke leşkerî dike û ew vê operasyonê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye van êrîşan bêyî koordîneya rêveberiya li Bexdayê dike û Enqere bi vî awayî ‘hiqûqa navneteweyî û têkiliyên xwe yên bi welatên Ereban biçûk dixîne.’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Tirkiye li ser Sûriya, Lîbya û Iraqê û welatên Ereban mudaxeleyek leşkerî dike û ev jî di nav welatên Ereban de dibe sedema fikaran.”

Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê jî bi hinceta ku êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê serweriya welat bin pê dike, ev êrîş şermezar kir.