Yekitiya Ereban banga destwerdana Sûriyeyê kir

Yekitiya Ereban banga destwerdana Sûriyeyê kir

Yekitiya Welatên Ereban bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku, li dijî Rêjîma Sûriyê destwerdanê bike.

 Civîna Yekitiya Ereb ji bo rewşa li Sûriyê duh li paytexta Misir Qahîrê bi awayekî pêşwext hate lidarxisti. Di civîna ku wezîrên karê derve yên welatê Ereb tê de beşdar bûn de, daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji NY û civaka navnetewî hate xwestin ku li pêşiya bipêkirinên rêjîma Sûriyê yên zêdeyî 2 sale didome bigirin û dawî li komkujiyan bînin. Di daxuyaniyê de hate desnîşan kirin ku pêwîste berpirsên komkujiyan di dadgehên navnetewî de bêne darizandin. Di daxuyaniyê de bê ku, rengê alîkariyan bê nîşan dan soz hate dayîn ku Yekitiya Ereban dê bi alîkariya gelê Sûriyê bike.

 Wezîrê Karên Derve yê  Erebistana Siûdiyê ku di civînê de axivî da zanîn ku şermezar kirina êrîşan têrênake û Pêwiste  hêzên derve destwerdanê bikin û dawî li komkujiyan bînin.