Yekîtî û çareserî - Rêşad Sorgul

Yekîtî û çareserî - Rêşad Sorgul

Li paytexta dilên me Amedê îro konferansa yekîtî û çareseriyê ya kurdistaniyên bakurê Kurdistanê pêk tê. Bi sedsalan kurdan behsa yekîtiyê kirine. Ji ber ku ev êşa wan e. Tevî ku gelekî qala wê kirine jî ewqasî li ser wê serê xwe neêşandine. Ango xebatên ji bo yekîtiyê zêde nîn in. Lewma mirov dikare bi hêsanî bibêje, konferansa li Amedê girîng e.

778 rêxistinên civakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku ew piştgiriya vê konferansê dikin. Beyana piştgiriyê ya hejmareke evqasî zêde ya rêxistinên civakî ji bo konferansê hêja ye. Ev tê wê wateyê ku wê gelek beşên civakê bên cem hev. Li ser riya demokratîkbûna kurdan, ji bo hevgirtin û tifaqa kurdistaniyan konferans wê bibe pêngaveke dîrokî, lê ez divê bibêjim, du roj ji bo konferanseke bi vî rengî kêm e. Ji ber ku divê kurdistanî gelekî bipeyivin û gelekî li hev guhdarî bikin.

Ez dema behsa yekîtî, hevgirtin û tifaqê dikim, ez nabêjim bila kurd bibin civakeke yekreng û homojen. Ez behsa pir-reng û pir-dengên hatine cem hev dikim. Gotin li cih be, û nebe teşbîheke şaş, ez behsa wehdet el-wucûdê dikim.

Di konferansê de divê qanûn, rêzik û pîvanên yekîtiyê, hevgirtin û tifaqê bên destnîşankirin. Di gerdûnê de her tişt rêzik û pîvanên xwe hene. Nabe ku yekîtî bê rêzik û bêpîvan be. Lewma divê mirov serê xwe li ser qanûnên yekîtiyê biêşîne. Bi gotina di vê demê de meşhûr divê mirov “xetên sor” ên yekîtiyê destnîşan bike.

Yekîtî bi gelek rengên cihê pêk tê. Bi yek rengî yekîtî çênabe. Gelek reng û deng jî dema yekîtiya xwe çêdikin, hevdu weke reng û dengên baş an jî xirab dabeş nakin. Ji bo yekîtiyê xwe li hev radigirin. Ji bo hevdu bêhnfireh û sîngfireh in. Ji bo hebûna hevdu xwîna xwe dirijînin. Bêguman qanûnên vê hene û divê reng û deng hemû guh bidin vê yekê. Mîna stêrkên glaksiyekê ne. Yên ji wê çemberê derkevin, wê parçe bibin.

Civakên Kurd û Kurdistaniyan bi vê konferansê wê aştiyê ragihînin û li hev bên an jî divê wilo be. Ji bo yekîtiyê lihevhatin şert e. Ji bo lihevhatinê jî divê her kes ji hinek tiştên xwe bibihurin û li hev helal bikin. Her kes divê ji dil be. Naxwe bi quretî û serxweşiya desthilatiyê yekîtî çênabe. Divê her kes ji ya xwe bê xwarê û li dora pîvanên yekîtiyê bi yek bin, mîna stêrkên li dora rojê bikevin semayê.

Li dora yekîtiyê hêzeke mezin çêdibe. Ev hêz divê bikeve nava tevgerê û kar û xebatên berbiçav bike. Naxwe hêzê bi hev bikeve û ji hev belav bibe. Siyaset bi xwenîşandanê nameşe, bi kar û kirinê dimeşe. Li Kurdistanê jî pêdivî bi kar û xebatê heye. Di nav navê konferansê de gotina ‘çareseriyê’ jî heye. Lewma divê li gorî çareseriyê biryar bên dayîn û gav bên avêtin. Bi siyaseta xwenîşandanê pirsgirêk çareser nabin.

* Rojnameya Azadiya Welat